Komîsyona Meclîsê wê di 4'ê Kanûnê de bicive

  • 11:24 27 Mijdar 2025
  • Ramyarî
 
ENQERE - Serokatiya Meclîsa Tirkiyeyê diyar kir ku civîna 19'emîn a Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Piştevaniya Mîllî wê di 4'ê Kanûnê de bê lidarxistin.
 
Di daxuyaniyê de ku li malpera fermî ya Serokatiya Meclîsê hate weşandin, hate ragihandin ku civîn wê 4'ê Kanûna 2025'an saet di 14:00 de li Salona Merasîmê ya Meclîsê bi serokatiya Serokê TBMM'ê Nûman Kûrtûlmûş pêk were.
 
Di daxuyaniyê de hate gotin, di civînê de wê karên komîsyonê bêne nirxandin.
 
Civîna 19'emîn wê bibe civîna destpêkê ya piştî hevdîtina endamên komîsyonê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re.