Doza rojnameger Elfazî Toral û Sema Korkmaz hat taloqkirin
- 12:15 27 Mijdar 2025
- Rojane
STENBOL - Ji bo ku Edanur Baydogan amade bibe, doza rojnamevan Elfazî Toral, Sema Korkmaz û Edanur Baydogan hat taloqkirin.
Di nav de nûçegîhana me Elfazî Toral jî heyî, rojnameger Sema Korkmaz û Edanur Baydogan bi hinceta “Li dijî qanûna meş û çalakiyan derketine" doz hatibû vekirin. Danişîna yekem a dozê li 25'emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Edliya Çaglayana Stenbolê hat dîtin. Elfazî Toral û parêzerên wê tevlî danişînê bûn.
Danişîn piştî tespîtkirina nasnameyê dest pê kir.
Rojnameger Elfazî Toral di parastina xwe de wiha got: "Ez rojnameger im. Ez ji bo şopandina daxuyaniya çapemeniyê li qadê bûm. Nasnameya min a çapemeniyê hebû û kamera di destê min de bû. Polîs yek carî mudaxaleyê me kir û dû re mudaxaleyê girseyê kir. Beriya çalakiyê hişyariyek nehat kirin. Min erîşê polîsan nekir. Çend min got ez xebatkarê çapemeniyê me jî hatim binçavkirin. Di nav maşîneneyê de min lêdan xwar. Çend li ser bedena min de şûna lêdanê hebû jî raporek nehat amadekirin."
Parêzer Sîdar Perçîn jî parastina Elfazî Toral kir û daxwaza beraetê kir.
Heyeta dadgehê biryara xwe ragihand û ferman da ku Edanur Baydogan amade be û danişîna din heta 14'ê Nîsana 2026'an taloq kir.







