'Sala Malbatê' ya Egeyê: Polîtîkayên dewletê wek qirkirina jinan xwe da der
- 09:03 30 Mijdar 2025
- Rojane
Melîke Aydin
ÎZMÎR - Polîtîkaya dewletê ya ku jinan hepsê malê dike wek qetilkirina jinan vedigere. Di sala 2025’an de ku sala malbatê hat îlankirin de Melîsa Çirgi, Gozde Karamus, Hatînce Unlu, Fatma Kara Muattar Aliyeva di encama polîtîkayên malbatê ya dewletê de ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin.
Li gorî rapora Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Îzmîrê di 6 mehên ewil yên sala 2025’an de li Herêma Egeyê herî kêm 233 binpêkirinên mafan yên li hember jinan haitne jiyîn. 13 jin hatin qetilkirin û 17 jî biguman jiyana xwe ji dest dan. Hejmara tundiyê her diçe zêde dibe lê ji bo pêşîgirtina tundiyê tu polîtîkayek nehatiye pêşxistin.
Li gorî Rapora Analîza Hewcedarî û Rewşa Heyî ya der barê bajarê Îzmîrê ya ku Komeleya Piştevaniya Jinan a Îzmîrê amade kiriye, navendên piştevaniya jinan yên aydê rêveberiyên herêmî û dewletê kêm in û yên heyî jî di bin bandora desthilatdariyê de ne. Rewş li bajarên din jî wisa ye. Piştî îlankirina sala malbatê jin mahkumê malên ku têde tundiyê dibînin tên kirin.
Li herêma Egeyê li hinek bajaran di 2025’an de qetilkirinên jinan yên hatine jiyîn kom kir.
‘Gumanbar ji girtîgehê reviya lê agahî nedan malbatê’
Melîsa Çirgi di 24’ê Çileyê 2025’an de ji aliyê Hasan Çirgi yê ji girtîgeha Tîpa E ya Afyonkarahîsarê reviya ve bi alava birînê hat qetilkirin. Tevî ku 48 sûcên cuda qeyda wî hebû li girtîgeha vekirî dihat girtin.Lê wek tê zanîn kesekî di profîleke wisa de divê di girtîgeha girtî de bihata girtin. Dewleta ku divê ewlehiya welatiyan biparêze divê bizanibûna ku ev gumanbar wê berê xwe bidin hevjînên xwe. Gumanbar Hasan Çirgi piştî ji girtîgehê fîrar dike agahî nadin Melîsa Çirgi. Ger ku agahî bihata dayî wê îro bijiya.
Tedbîr nehat girtin
Li gorî daxuyaniya wezareta karê hundir a di 26’ê Çileyê 2025’an de kiriye hejmara jinên ku KADES daxistine telefona bêrîkê gihiştiye 7 mîlyon û 830 hezarî. Her wiha mîlyonek û 480 hezar jî îxbar girtiye. KADES her çiqas girîng be jî ji bo parastina jinan têr nake. Gozde Karamus di 21’ê Kanûna 2021’ê de ji aliyê mêrê ku dest jê berdabû Serdar Karamus ve bi çekê hat qetiklirin. Der barê gumanbar de berê dozê heqeret û tehdîdan hatibûn vekirin û biryara durxistinê hatibû girtin. Gumanbar bi dehan carî Gozde Karams şopandiye, çûye cihê karê wê lê ji ber qelsiya mekanîzmayên parastinê pêşî li vê qetilkirinê nehat girtin. Dikaribû kelepçeya elektronîk li gumanbar bihata xistin. Tevî ku ev di qanûna hejmar 6284 de tên vegotin jî tedbîr nehatine girtin. Li gumanbar cezayê muebtea giran û du sal û 6 meh ceza hat birîn.
Rojnameger bi çavê gumanbar nûçe çêkir
Li Denîzliyê jina bi navê Hatîce Unlu di 12’yê Nîsana 2025’an de ji aliyê Mehmet Koseoglu yê dest jê berdabû ve bi alava birînê hat qetilkirin. Gumanbar ji girtîgeha vekirî bi destur derket û Hatîce Unlu şopand û qetilkirin plan kir. Rojnamegerê çapemeniya alîgir ku xwe gîhand îfadeya gumanbar a li qereolê, zimanekî ku tundiya li ser jinê rewa dikir, jin hedef digirt bikar anîn.
‘Jin xwedî li Fatma Kara derketin’
Li Odemîz a Îzmîrê di 11’ê Adarê de gumanbar Olgun Gaca, Fatma Kara derb kir û qetil kir. Gumanbar berê jî Fatma Kara derb kiribû û der barê wî de biryara durxistinê hatibû girtin. Lê çawa ku biryara parastinê qedya Olgun Gaca Fatma Kara qetil kir. Di pêvajoya parastinê de û piştî biryarê mekanîzmayeke ku gumanbar bişopîne tunebû. Berovajî vê Peymana Stenbolê ya ku darizandina van esas digire hat rakirin. Jinan tabuta Fatma Kara hildan û bertekên xwe nîşan dan.
‘Jinên biyanî ne di ewlehiyê de ne’
Jina ji Ozbekîstanê Muattar Alîyeva li navçeya Koşk a Aydinê di 5’ê Tîrmeha 2025’an de li Gazînoya Star ya bi kaçaxî lê dihat xebatandin bi çekê hat qetlkirin. Xwediyê kargeriyê Reşît Yasan ji sûcê qetilkirinê, xebatkar Emrah Kocabay û Akîf Dîlek ji sûcê paqijkirina dîmen hatin girtin. Du kesên din yên bi navê K.K. û A.C. hatin binçavkirin û bi şerta kontrola edlî hatin berdan.







