Bi ZIWAN-KURD re qonaxek nû: Em ê bigihêjin azadiya zimanê xwe

  • 09:03 3 Kanûn 2025
  • Çand û Huner
 
Evîn Çîftçî
 
RIHA - Jinên tevli vekirina ZIWAN-KURD bûn, bal kişandin ser girîngiya zimanê Kurdî ya ji bo gelê Kurd û gotin: “Em ê li vir bigihêjin azadiya zimanê xwe.”
 
Li Kurdistan û bajarên Tirkiyeyê gelê Kurd bi salan bi polîtîkayên asîmîlasyonê re hatin rû hev. Zimanê wan hat qedexekirin, yên bi zimanê xwe axivîn îşkence dîtin, hatin qetilkirin û hatin girtin. Lê tevî polîtîkayên înkarê yên sed sal in didome, gelê Kurd bi zimanê xwe axivî, jiyan û bê alternatîf nema. Li gelek devaran saziyên ziman vekirin. Herî dawî Komeleya Lêkolîn û Pêşvebirina Çand-Huner û Zimanê Kurdî ya Sêwregê(ZIWAN-KURD) hat vekirin. ZIWAN-KURD ku bi kedek mezin hat avakirin, di 30’ê Mijdarê de bi merasîmeke bi coş hat vekirin.
 
Jinên tevli vekirina komeleyê bûn der barê ZIWAN-KURD de hestên xwe parve kirin.
 
‘Divê êdî zimanê me serbest be’
 
Remziye Urmak da zanîn ku ew dixwazin zarokên wan bi zimanê xwe biaxivin û got: “Divê her kes bê ZIWAN-KURD. Ez îro ji bo aştiyê li vir im. Divê zimanê me serbest be. Tiştên aydê me divê bidin me. Em êdî naxwazin bên pelçiqandin. Em êdî naxwazin bipelçiqin. Em dixwazin azad bin. Bila zarokên me bi zimanê xwe biaxivin.”
 
‘Tevî her tiştî serkeftî bû’
 
Zeynep Bazar jî destnîşan kir ku ji bo zarokên wan bi zimanê xwe bijîn ev sazî vekirine û wiha domand: “Em ji bo hemû hevalên xwe yên piştgirî dane me ji bo hemû karkeran spas dikin. Hevalên me ev der bi zor û zehmetî çêkirin. Lê tevî her tiştî serkeftî bû. Ji bo zarokên me bi zimanê xwe biaxivin me ev der vekir. Bila ji bo hemû gelê me bi xêr be.”
 
‘Em ê li vir bigihêjin azadiya zimanê xwe’
 
Hediye Kalkan diyar kir ku divê her kes xwedî li ziman, nasname û dîroka xwe derkevin û wiha dirêjî dayê: “Em ê li vir bigihêjin azadiya zimanê xwe. Ez gelê Sêwregê pîroz dikim. Gel pir kêfxweş bû. Bi salan e em ji çand û dîroka xwe dûr ketin. Ez bawer dikim ku em ê li vir bigihêjin azadiya zimanê xwe û li vir çanda xwe hunera xwe fêr bibin û pêş bixînin. Jin pêşengiya çand û hunerê dikin. Ji ber vê ev pir girîng e. Her kes ewil perwerdeya xwe ji dayika xwe digire. Ji ber vê ziman çand e, dîrok e. Divê her kes xwedî li zimanê xwe derkeve.”
 
‘Em dixwazin zarokên me zimanê xwe fêr bibin’
 
Mizgîn Kulata ku wê li ZIWAN-KURD perwerdehiyê bide dauxyakirin ku divê her kes di vê saziyê de cih bigire û wiha anî ziman: “Dema xebatên vir hatin destpêkirin em pir kêfxweş bûn. Ji ber em dixwazin zarokên me di alî ziman de pêş bikevin, zimanê xwe biaxivin û fêr bibin. Ne tenê zarok hemû kes dikarin li vir zimanê xwe pêş bixînin. Ez û mamoste Fîruze li vir dersên Kurdî û Zazakî didin. Em her kesî vedixwînin vir. Me bi hev re ava kir em bi hev re pêş bixînin.”
 
Li Sêwregê yekem e
 
Fulda Al jî destnîşan kir ku li Sêwregê yekem car tiştekî wisa dibînin û nêrînên xwe wiha bi lêv kir: “Ev sazî ji bo zimanê Kurdî pêş bikeve gelek girîng e. Em Kurd in û ji zimanê xwe hez dikin. Em li vir hem dimilî hem Kurmancî diaxivin. Em hemû hev fêm dikin. Bila ziman û çanda me derkeve pêş. Bila dibistan bi xêr be. Yekem car saziyek wisa li Sêwregê dibînim. Em gelek kêfxweş bûn û her em her kesî vedixwînin vir.”
 
‘Divê zarok bi zimanê xwe biaxivin’
 
Fîruzan Demîr ku ew jî perwerdehiyê dide wiha got: “Di encama neaxiftina ziman de, xetereya ku tune bibe dertê holê. Avakirina vê komeleyê 4 mehan berdewam kir.7 heval hatin gel hev, kedek mezin dan û mamoste jî tevli bûn. Her xebatkarê me xebatek kolektîf meşandin. Bi vê xebata kolektîf em hatin vê astê. Li vir Dimilî û Kurmancî tê axaftin. Ji ber vê em zimanê xwe pêş bixînin. Divê em bên vir û zimanê xwe biparêzin.”