Şaredariya Tetwanê Navenda Jinan a Zîn vekir
- 21:37 5 Kanûn 2025
- Rojane
BEDLÎS – Şaredariya Tetwanê Navenda Bîhnvedanê ya Zîn vekir.
Şaredariya Tetwan a Bedlîsê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li kolana Eczacilar navenda Bîhnvedanê ya Jinan a Zîn vekir. Hevşaredara Tetwanê Belkiza Beştaş Epozdemîr, rêveberên DEM Partiyê û gelek jin tevli bûn.
Hevşaredar Belkiza Beştaş Epozdemîr diyar kir ku wê xebatên jinan bidomînin, projeyên ji bo jinan bikin jiyanê.
Navend bi piştî axaftinan hat vekirin.







