Çar endamên malbata Rûkiye Fîdan ku di qezayê de mirin hatin definkirin
- 13:26 12 Kanûn 2025
- Rojane
MÊRDÎN - Duh bi şev li navçeya Mehsertê qezaya trafîkê çêbû. Di qezayê de dayika girtî Rûkiye Fîdanê, xwişk-birayên wê û mamê wê jiyana xwe ji dest dan. Cenazeyên welatiyan hatin definkirin.
Duh bi şev li devera gundê Kafsenorê yê navçeya Mehserte ya Mêrdînê qezaya trafîkê çêbû. Ji malbata Fîdan ku çûbûn serdana xizmên xwe yên Stenbolê û vedigeriyan malê, 4 kesan di qezayê de jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn. Hat zanîn ku kesên di qezayê de jiyana xwe ji dest dan xizmên Rûkiye Fîdanê ne ku li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê tê ragirtin.
Dayika Rûkiye Fîdanê Sûna Fîdan (42), xwişk û birayên wê Gulbahar (18) û Ramazan (17) û mamê wê Mehmet Nûr Fîdan (51) e. Piştî lêkolîna cihê bûyerê, cenaze rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Omerliyê. Cenaze, ji hêla xizmên wan ve hatin girtin û birin gund.
Gelek kes tev li merasîma cenazeyê bûn. Cenaze, piştî wecîbeyên olî hatin definkirin.
Hat zanîn ku şîna malbatê dê li gundê Qudê bê danîn.







