'Divê Kurdî bibe zimanê fermî'
- 09:03 8 Kanûn 2025
- Çand û Huner
Buşra Turan
WAN - Rêveberên Civaka Zimanê Kurdî û Wêjeyê diyar kirin ku ji bo xwendekar Kurdî biaxivin û Kurdî bibe zimanê jiyanê komele hatiye avakirin û gotin: “Heta zimanê Kurdî nebe zimanê fermî ne pêkan e em behsa pêşketinekê bikin. ‘Zimanê me nasnameya me ye.’ Divê em bi vê hişmendiyê xwedî li zimanê xwe derkevin.”
Bi armanca navbera xwendekaran de zimanê Kurdî bê axaftin û Kurdî bibe zimanê Fermî di 15’ê Gulana 2024’an de Civaka Zimanê Kurdî û Wêjeyê ya Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê (YYU-Kurdî) hat avakirin. YYU-KURDÎ ku li ser ziman û çanda Kurd xebatan dimeşînin di heman demê de armanc dikin ku navbera xwendekaran de hişmendiya Kurdî bê afirandin. Li zanîngehan eleqeya ji bo xebatên çand û ziman zêde dibin û bernameyên cuda tên organîzekirin.
Rêveberên YYU-KURDÎ û xwendekarên zanîngeha Yuzuncu Yilê Ozlem Yegîn û Meryem Gultekîn der barê armanca komê û faliyetên wê de axivîn.
Ozlem Yegîn da zanîn ku armanca avakirina komê ev e ku di qada çand û ziman de hişmendiyek hevpar ava bikin û got: “Em dixwazin hemû xwendekar Kurdî biaxivin. Em Kurdî dizanin û diaxivin. Li derve di jiyana civakî û malbatê de em diaxivin. Lê fikrên me veguherîne Tirkî. Em Tirkî difikirin, Kurdî diaxivin. Em vê naxwazin. Em dixwazin em bi Kurdî bifikirin û biaxivin.”
‘Ciwan dixwazin em zêdetir bernameyan pêk bînin’
Ozlem Yegîn balkişan ser xebatên dimeşînin û wiha bi lêv kir: “Em dixwazin bi zêdetir ciwanî re bên gel hev. Em dixwazin ku ciwan Kurdî fêr bibin. Em dixwazin ciwan xwe di bermayên me de rehet hîs bikin. Em ji ber vê fîlm, şano, axaftin û xwendinên bi Kurdî dikin. Ji bo me rojên girîng hene. Newroz û Roja Zimanê Kurdî. Ciwan ji me zêdetir bernameyan dixwazin û kêfxweş dibin. Bi saya vê komê em Kurdî diaxivin. Hevalên tên gel me kêfxweş dibin.”
‘Kurdî bifikirin, Kurdî bijîn’
Ozlem Yegîn diyar kir ku di her pêvajoya bernameya amade dikin de gelek zehmetiyan dikşînin û wiha dawî lê anî: “Prosedurên fermî pir caran karê me taloq dikin. Her kes li her derê dikare Kurdî biaxivin. Kurdî bifikirin, Kurdî bijîn.”
Meryem Gultekîn jî got xebatên wan ji aliyê ciwanan ve eleqeyek mezin dibîne û got: “Me bernameya fîlm pêk anî. Gelek xwendekar tevli bûn. Salon tije bû. Hevalên me pir kêfxweş bûn. Ev bername hişmendiyê diafirînin. Em hewl didin li zanîngehê xebatên ziman û çandî mezin bikin. Li zanîngehê wê atolyeyên ziman ên nû bên vekirin. Ev atolye wê li ser ziman xebatan bimeşînin. Em dixwazin ku çanda Kurdî derkeve pêş. Em dixwazin li zanîngehê Kurdî bê axaftin û nivîsandin. Em bang li hemû kesî dikin. Zimanê me nasnameya me ye. Heta zimanê Kurdî nebe zimanê fermî ne pêkan e em behsa pêşketinekê bikin. Banga me ya herî mezin ‘zimanê me nasnameya me ye’. Divê em bi vê dirûşmeyê xwedî li zimanê xwe derkevin.”







