TAJÊ konferansa Aştî û Civaka Demokratîk silav kir

  • 11:32 8 Kanûn 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - TAJÊ derbarê girîngiya Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî ku li Stenbolê hat lidarxistin de daxuyaniyeke nivîskî da. 
 
Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi daxuyaniyeke nivîskî ku parve kir diyar kir ku ew Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî ya li Stenbolê hat lidarxisitn silav dikin û konferansê gelek bi nirx dibînin. 
 
Berdewamiya daxuyaniya nivîskî ya TAJÊ wîha ye, "Bi navê tevgera azadiya jinên Êzidî û civaka Êzidî a li Şingalê em hemû delege û beşdarvanên hêja yên konferansa aştî û civaka demokratîk a navnetewî, silav dikin û konferansê li we tevan pîroz dikin. 
 
Em jin û civaka Êzidî vê konfiransê gelek bi qîmet dibîn in. Gelên ku li ser vê xakê jiyan dikin di gelek qirkirin û komkûjiyan re derbas bûne. Me civaka Êzidî li ser axa Mezopotamya 74 ferman jiyan kirin e. Herî dawî  di sedsala 21 emîn de ku cîhan bû şahidê wê, fermana 3. 8. 2014 an e. Di serdemek ku aştî di rojeva me de ye hîna bi hezaran mirovên Êzidî winda ne. Ji ber wê em dibêjin aştî bi qîmet e û gelan heq kiriye ku bi aştiyane jiyan bikin. 
 
Em piştgiriya xwe ji bo Pêvajoya aştî û civaka demokratîk diyar dikin û bawar dikin ev serdemek dîrokî ye û serkeftina wê ji bo mirovahiyê wê bibe vejînek nû a azadiyê. Bingeha aştiyek rasteqîn jiyanek sosyalîst e. Em di wê baweriyê de ne ku wê bi yekîtiya gel û jinan, jiyana komînal a demokratîk carekî din ji nû ve bê ava kirin. Serkefetina pêvajoyê wê bibe dawîanîna li fermanan. 
 
Her wiha serkeftina pêvajoyê, bi pêkanîna mafê hêviyê ji bo Rêber Apo, bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêkan e. Bijî aştî û civaka demokratîk."