Destdirêjiya komî hat belgekirin
- 13:39 8 Kanûn 2025
- Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Tora Bijîşkên Sûdan ragihand ku herî kêm 19 jinên ji El Faşer reviyane, li kampên li Debbe ji aliyê endamên Hêzên Piştevaniya Lezgîn (RSF) ve rastî tecawîzê hatine. Torê banga parastina jin û zarokan li Netewên Yekbûyî kir.
Li gorî lêkolînên saziyên navnetewî, Hêzên Piştevaniya Lezgîn (RSF) di dema kontrolkirina bajarê El Faşer de li dijî jinan gelek binpêkirin kirine, di nava van de tundiya zayendî û tecawiz jî heye.
Di daxuyaniya ku Tora Bijîşkên Sûdanê parve kirî de, ragihand ku 19 jin rastî tecawîzê hatine, hatiye tesbîtkirin ku dibe ku êrişkar kesên girêdayî Hêzên Piştevaniya Lezgîn bin. Ev êriş dema ku jinan hewl dane ji Faşrê birevin bajarê Debbe yê li bakurê welat pêkatiye. Torê da zanîn binpêkirina di nava kampa Al-Afad ya li bajarê Debbe de hatine jiyîn û du ji jinan du canîbûne û dibin çavdêriya tîmên tendrusitiya xwecihî de lênêrîna tibî dibînin.
Torê ev bûyerên li dijî jinên ji El Faşerê reviyene wek ‘tecawîza komî’ pênasekir û bi awayek hişk şermezar kir. Destnîşan kir ku ev binpêkirina eşkere ya hiqûqa navneteweyî ye, komên herî bê parastin raste rast tên hedefgirtin û ger wisa bidome, binpêkirinên li dijî sivîlan wê bi awayek xeter zêde bibe. Di heman demê de hişyarî da ku bêdengiya navnetewî dubarebûna van cûrên sûcan teşwîq dike.
Torê bang li Netewên Yekbûyî, mekanîzmayên mafê mirovan a Navneteweyî kir ku ji bo zarokan parastina tam pêkbîne, tîmên lêgerîna serbixwe bişînin û alîkariya mirovî û xwegihandina tîmên tenduristiyê grantî bikin. RSF jî derbarê sûcên ku kirine de hê tu daxuyaniyek nedane.
Hêzên Piştevaniya Lezgîn (RSF), di 26’ê Cotmehê de bajarê El Faşer kontrol kir û divê pêvajoyê de li dijî sivîlan komkujî kir. Rêxistinên xwecihî û navnetewî, vê rewşê wek geşedanek ya parçekirina erdnîgarî ya Sûdanê kûr bike dinirxînin.
Yekîneya Jinan a Netewên Yekbûyî di daxuyaniya Mijdarê dayî de, sûcên ku RSF li Sûdanê kirî şermezar kiribû û dabû diyarkirin ku tecawîz bi awayek zanabûn û sîstematîk tê pêkanîn. Di 16’ê Mijdarê de Tora Bijîşkan a Sûdanê ragihandibû, li dijî zarokên keç ên ji El Faşer reviyanae kampa Tawila ya li Bakurê Darfurê 32 buyerên tecawîzê hatine belgekirin. Ev bûyer piştî ku RSF herêm kontrol kirî pêkhatin.
Eyaleta pênc a Darfur ya li Rojavayê Sûdanê bi temamî di kontrola RSF’ê deye. Di nava 18 eyaletên welat de, beşa mezin ya 13 eyaletan di hakimyeta artêşa Sûdanê deye. Ev herêm başûr, bakur, Rojhilat, navend û peytext Hartum digre nava xwe.
Herêma Darfur, ji nêzî ji pêncan yekê 1 milyon û 800 hezar kîlometre dam ya Sûdanê pêktê. Tê texmînkirin ku nifusa wê 50 milyone û piranî li herêmên dibin kontrola artêşa Sûdanê de dijîn.







