YE'yê daxwaza berdana Nêrgiz Mihemedî kir

  • 13:13 14 Kanûn 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - AFP’ê ragihand ku Yekîtiya Ewropayê daxwaz ji Îranê kiriye ku Xwediya Xelata Aştiyê ya Nobelê Nêrgiz Mihemedî ku berî du rojan li gel heft çalakvanên din li bajarê Meşhed ji aliyê hêzên Îranê ve hatibû binçavkirin berde.
 
Roja 12’ê Kanûnê li bajarê Meşhedê di dema merasîma bîranîna Xosro Elî Kurdî de Xwediya Xelata Aştiyê ya Nobelê Nêrgiz Mihemedî, çalakvan Sepîdeh Qoliyan, Buran Nazimî û 5 çalakvanên din hatibûn binçavkirin.
 
Ajansa nûçeyan a Fransayê (AFP)’ê di nûçeyek xwe de ragihand ku Yekîtiya Ewropayê daxwaz ji Îranê kiriye Xwediya Xelata Aştiyê ya Nobelê Nêrgiz Mihemedî ku berî du rojan li gel heft çalakvanên din li bajarê Meşhed ji aliyê hêzên Îranê ve hatibû binçavkirin bê berdan.
 
Têkildarî mijarê Berdevkê Dîplomatîk ê Yekîtiya Ewropayê Enwer Elenunî ji ajansê re diyar kir ku Yekitiya Ewropayê daxwazê ji desthilata Îranê dike ku Nêrgiz Mihemedî azad bike û rewşa wê ya tenduristî li berçav were girtin.