ROJEVA 27'Ê KANÛNA 2025'AN

  • 09:00 27 Kanûn 2025
  • Rojev
 
*Parêzer Hulya Çelîk Sonmez da zanîn ku pêkanîna qanûnên azadiyê asta demokratîkbûna welat diyar dike û got tevî ewlehiya destûra bingehîn azadiya fikr û ramanê, azadiya çapemeniyê, mafê jinan pêk nayê û got entegrasyona demokratîk bi qanûnên azadiyê dikare pêk bê. DÎMEN HEYE 
 
*Jinên Roboskê ku piştî komkujiyê ketin bêdengiyek mezin, diyar kirin ku jiyan ne wek berê ye û gotin: “Zarokên me bi cil û bergên reş zewicîn. Cejna me tuneye, dawetên me tune ne. Êdî cejn jî dawet jî ji bo me heram in. Di ser komkujiyê re 14 sal derbas bû lê hîna li ser me cilên reş hene. Bila edalet pêk bê." DÎMEN HEYE 
 
*Jinan diyar kirin ku ew saleke bê tundî dixwazin û gotin divê di 2026’an de dewlet li dijî tundiya li ser jinan dawî li polîtîkaya bêcezahiştinê bîne.
DÎMEN HEYE
 
*Parlamenter û Berdevka Meclîa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu der barê mîtînga 4’ê Çileyê ya li Amedê wê pêk bê de axivî û got: “Em di 4’ê Çileyê de li Qada Îstasyonê saet di 12’an de ji bo azadî û hêviyê bên gel hev. Em bi hev re dengê xwe bilind bikin.” DÎMEN HEYE
 
*Sala 2025'an, ji bo jinên Başûrê Kurdistanê, bi taybetî jî ji bo jinên li Mexmûr û Şengalê, tevî gef û êrişan bi berxwedanê derbas bû. Ji bo avakirina yekitiya jinên kurd, ji bo azadiyê, ji bo bi destxistina mafan û parastina zarokan bi dirûşma "Jin jiyan azadî" qadên têkoşînê hatin afirandin. PANORAMA 
 
*Buse Uçer da zanîn ku gelek jin tevî biryara wan a parastinê heye jî tên qetilkirin û got: “Jin diçin qerekolan gilî dikin. Dozê vedikin. Hemû mekanîzmayan didin zorê lê piştre bi biryarên tên dayîn tên qetilkirin.” BI DÎMEN 
 
*Rojnamevan Roza Daxistan, li ser rewşa dawî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê axivî û û got: "Niha li herêmê agirbest heye. Lêbelê, ew dikare di her kêliyê de were şikandin û rê li ber êrişên nû veke. Ger ev peyman neyên bicihanîn, êrişên ji nişka ve dê berdewam bikin." BI DÎMEN