Biryara kontrola edlî ya ji bo rojnamegeran hate rakirin

  • 14:17 16 Kanûn 2025
  • Hiqûq
STENBOL - Danişîna doza 5 rojnamegerên bi hinceta protestokirina qetilkirina rojnameger Cîhan Bîlgî û Nazim Daştan hat lidarxistin. Dadgehê, biryara tevdîra kontrola edlî ya rojnamegeran betal kir. 
 
Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn, dema geşedanên li Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dişopandin, bi SÎHA’yên dewleta Tirk hatibûn qetilkirin. Qetilkirina rojnamegeran, li Stenbolê bi çalakiyekê hatibû protestokirin. Di dema çalakiyê de Zeynep Kuray, Mahsum Saglam, Pelîn Laçîn, Yadîgar Aygun û Yagmûr Fîlîz hatibûn binçavkirin û der heqê wan de bi îdiaya “Muxalefeta li dijî qanûna civîn û xwepêşandanan a bi hejmar 2911” doz hatibû vekrin. Danişîna doza rojnamegeran li 39’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Stenbolê hat lidarxistin. Rojnameger, parêzerên wan û nûnerên rêxistinên pîşeyî di danişînê de amade bûn. 
 
Rojnameger Mahsum Saglam di danişînê de parastina xwe kir û got ku diviyabû doz ev doz nehata vekirin û sedema wê wiha vegot: “Behsa ‘muxalefeta li dijî qanûna civîn û xwepêşandanan’ dikin lê em hêj ne civiyabûn. Piştî tespîtkirina nasnameyan em hatin binçavkirin. Rojnameger Mûsa Anter, Metîn Goktepe, Hero Bahaddîn hatin qetilkirin. Kuştina Nazim Daştan û Cîhan Bîlgînê jî berdewamiya wê ye. Di salvegera qetilkirina wan de em Nazim û Cîhanê li vir bi bîr tînin. Gefên kuştinê li me tên xwarin lê em ê bêdeng nemînin. Me xwest rojnamegerên hatine kuştin bi bîr bînin û sûcê heyî teşhîr bikin. Weke rojnamegeran, ewlehiya canê me nîne. Me mafê xwe yê protestoyê bi kar anî. Em 8 saetan di wesayîta polîsan de hatin sekinandin û destên me ji pişt ve kelemçekirîbûn. Ev îşkence ye û dixwazim berpirsyarên vê bên darizandin.” 
 
'Ev bê edaletî ye'
  
Rojnameger Zeynep Kuray jî anî ziman ku Daştan û Bîlgîn li Sûriyeyê hatin qetilkirin lêbelê der heqê wan de propagandayeke reş hate kirin û got: “Îdia kirin ku rojnameger nînin. Me jî xwest vê yekê protesto bikin. Em ji korîdoreke polîsan derbas kirin, hatin derbkirin û bi saetan di wesayîtê de ragirtin. Şevekê em di nezaretê de man û nehiştin em parêzerên xwe bibînin. Em îro dikarin li pêşiya konsolosxaneya Îsraîlê ji ber qetilkirina rojnamegeran çalakiyê li dar bixin lê dema rojnamegerên Kurd tên qetilkirin, heke gotin cih de be li pêşiya me dibin dîwar, me îşkence dikin û binçav dikin. Ev, bêedaletî ye. Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan, di wesayîta ku ser ‘çapemenî’ hatibû nivîsandin de hatin qetilkirin. Teror çi ye? Ma kirina karê rojnamegeriyê teror e yan kuştina wan rojnamegeran? Her du hevalên me bi ‘terorê’ tawanbar kirin. Dibêjin Nazim dihat darizandin. Ez jî têm darizandin, vekin dosyayan hûn ê Doza Çapemeniyê ya KCK’ê bibînin. Ma heke ez bimirim dê ji bo min jî bibêjin ‘Bîranîna Zeynep Kurayê sûc e?’ Weke rojnameger em xwedî li hempîşeyên xwe derdikevin. Karê me ev e. Ez van tawanbariyan qebûl nakim.” 
 
'Polîs dîmenê me kişand'
 
Yadîgar Aygunê jî di parastina xwe de got: “Li gorî polîsan em carnan rojnameger in carnan jî rojnameger nînin. Qeydên xwe binpê dikin û me bi îşkenceyê binçav dikin. Li şûna nexweşxaneyê, em xistin hundirê konekê û gotin ‘Heke giliyekê we hebe bibêjin.’ Gelo muayeneya di binê konê de sepaneke ji sedsala çendemîn e? Her wiha, dema em di nezaretê de, polîsekî bi telefona xwe ya şexsî dîmenên me kişand. Ev tevek jî îşkence ne. Nexweşiya min a dil heye lê dîsa jî destên min ji pişt ve kelemçe kirin. Dixwazim polîs bên darizandin. Bîranîna rojnamegeran jî, lidarxistina çalakiyan jî sûc nîne.” 
 
'Nehiştin em biaxivin'
 
Pelîn Laçînê jî di parastina xwe de ev tişt anî ziman: “Dema em di wesayîta binçavkirinê de, nehiştin em biaxivin, bi darê zorê em bêdeng kirin. Gotin ‘heke hûn biaxivin em ê we bikujin û bixin tûrikên zer.’ Polîsekî, di temamiya wan 8 saetan de di hundir de cigare dikişand. Min jê re got ku nexweşxa bêhnkurtê me lê dîsa jî cigare kişand. Polîsan, teklîfa hevkariyê kir. Ez ji wan polîsan gilîdar im.” 
 
Yagmûr Fîlîzê jî got: “Polîsekî destên min ji pişt ve bir û ser û stûyê min şidand. Min jê re got ‘tu çima dişidînî?’ Min got ‘tu îşkenceyê li min dikî.’ Wî jî ji min re got ‘Erê, ez îşkenceyê li te dikim û bi vê serbilind im.’”
 
Daxwaza Beraetê
 
Parêzear Zeynep Kurayê, ji Yekeya Hiqûqê ya Komeleya Xebatên Medya û Hiqûqê (MLSA) Hazal Sumelî, diyar kir ku ji ber heman çalakiyê nêzî 300 kes li 24’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” hatine darizandin lê ji bo tevan jî biryara beraetê hatiye dayin. Hazal Surmeliyê got: “Rojnamegerên din, bi sedema ku wêneyên Nazim û Cîhanê hilgirtine, li dadgeha cezayên giran hatin darizandin û beraet kirin. Di vê dosyayê de jî miwekîlên me ji ber ku wêne nehilgirtine dosyayên ji hev hatin cudakirin û îro li vir tên darizandin. Heke di dosyaya din de bihatina darizandin, nihat beraet kiribûna. Di vê dosyayê de dema darizandinê salek derbas kir. Ev bi tena serê xwe îşkence ye.” 
 
Dadgehê, biryar da ku tevdîra kontrola edlî ya rojnamegeran were rakirin û danişîn taloqî 8’ê Gulana 2026’an kir.