Çeteleya tundiyê ya sala 2025'an: 297 jin hatin kuştin

  • 09:02 2 Çile 2026
  • Çeteleya Tundîyê

  

Yeşim Oruç
 
NAVENDA NÛÇEYAN- Li gorî çeteleya tundiyê ya ajansa me berhev kiriye, di 2025’an de herî kêm 297 jin û 29 zarok hatine qeitlkirin, 191 jin û 28 zarokan jî biguman jiyana xwe ji dest dane.
 
Êrîşên li dijî destkeftiyên jinan bi feshkirina Peymana Stenbolê û  hedefgirtina Qanûna Hejmar 6284  hîn bêtir giran bûn. Polîtîka bêcezahiştinê ya di darazê de jî gumanbaran hîn bêtir dike xwedî cesaret. Jin bi awayekî sîstematîk her roj hedef tên girtin û bûyerên di çapemeniyê de tên dîtin jî giranbûna tabloyê nîşan didin.
 
Li gorî daneyên ajansa me yên di navbera Meha Çile û Kanûna 2025’an herî kêm 297 jin û 29 zarok ji aliyê mêran ve hatine qetilkirin, di heman demê de 191 jin û 28 zarokan jî bi guman jiyana xwe ji dest dan.
 
113 jin ji aliyê mêrên pê re zewicandî, 32 heb ji aliyê mêrên dest jê berdane, 37 jin ji aliyê mêrên pê re di asta destberdanê de ve hatin qetilkirin.12 jin ji aliyê bav, 20 jin ji aliyê kurê xwe ve, 7 jin ji aliyê mêrê pê re dijiyan, 26 jin ji aliyê mêrên ligel wan, 14 jin ji aliyê mêrên jê veqetiyane, 34 jin ji aliyê nas-hevalan ve, 24 jin ji aliyê xizmên xwe ve hatin qetilkirin. 3 jin ji aliyê mêrên nas nakin ve, 14 jin ji aliyê kesên nasnameya wan nehat diyarkirin, 4 jin jî ji aliyê mêrên ku nêzîkbûna wan ne diyar ve hatin qetilkirin.