Xefika Azadiyê: Hilbijartina kê, razîbûna kê!
- 09:09 6 Mijdar 2026
- Jineolojî
"Em dikarin li her cihê ku tundî heye rêbazên xwe yên azadiyê bifirînin. Komun zemîneke ku hêz û piştgirî derdikeve holê ye. Komunek saxlem bi têkiliyên hevaltî, dostaniyê ya di esasên rast de hatine avakirin dikare mayînde be. Hewce bi Pêşxistina mekanîzmayên parastina cewherî ku em dikarin hev xurt bikin heye."
Xefika Azadiyê: Hilbijartina kê, razîbûna kê!
Zeynep Beydagi
Dema em stratejiya têkoşîna xwe pêş dixînin em têkiliya kapîtalîzmê ya bi baviksalariyê re li ber çavan digirin, neçarin her qada ji bo jinan wek azadî tê pêşkêşkirin wek xefikê binirxînin. Her mijara ku tevdgera jinê vedikişîne qada polîtîk, bi baldarî dikêşe qada bazarê. Qadên nû yên bazarê, qadên nû yên tundiyê ava dikin. Di zêdebûna destdirêjiya li ser jinan de kapîtalîzma ku azadiya bê sînor a zayendî bazar dike bi bandor e. Tespîta Robîn Morgon a ‘porno teorî, destdirêjî jî pratîk’ rastiya ku bedela herî giran jin û zarok didin nîşan dide. Kapîtalîzm zayendîbûnê wek afyona serdemê bi kar tîne, ev bi teknolojiya înternetê gihiştiye asten sînor nas nake. Mirov li ser profîlên înternetê bi sekn, poz, cil û berg û tevgerên xwe bûne pornografîk. Estetîkek porno li ser jiyanê serdest bûye. Ji ber zayend di her qada jiyanê de bandor bûye, sînorên daxwaza bûyerên destdirêjiyê nezelal bûne. Gotina bila daxwaz bi azad bên kirin, bi stratejiya bazara kapîtalîzmê re ji destdirêjiyê re qadek berfireh vekiriye. Bedela herî giran ya vê jî jinên ciwan didin.
Ev rastiyên di mijara zayendê de divê li ber çavan bên girtin û sekneke ku ev bê çarserkirin jî pêwist e. Hewce bi nêzîkatiyeke xurt heye. Tevgera 4B ya li Başurê Koreyê di vê mijarê de balê dikşîne. Li dijî tundiya zayendî jin flort, zewc, evîndarî û zayendê boykot dikin û ev watedar e. Lê ji bo çareseriya pirsgirêkê ev têr nake.Bi xebatên perwerdehiyê re nîqaşên hevjiyana azad yên aliyê hûnerî jî dihewîne di vê nokteyê de girîng e. hevjiyana azad di avakirina civaka demokratîk de esas e. Têkiliyên jin û mêr di esasa wekhevî û azadiyê de avakirin, pratîkên jiyan arojane şênber dike.
Tevgera 4B tevgereke di cîhana dîjîtal de hat belavkirinê bû. Heman cîhanê de ‘înceller’ jî belav dibe. Îro cîhana dîjîtal ne tenê dîjîtal, rastiya ku tundiya fîîlî diafirîne divê li ber çavan bê girtin û divê em xwe biparêzin û bibin xwedî hişmend. Îro bi daxwaza xwe nîşandanê xwe pêşkêşkirinê, jinên ciwan li ser qada dîjîtal vediguherin neçîrê. Di çapemeniya dîjîtal de ku tundiya li ser jin û zarokan zêde bûye, şopandina bi israr, destdirêjî, tehdîd, şandtaj û gelek rêbazên din mijara gotinê ne. Gelek jin xetereyê nabînin, nizanin çawa tedbîrê bigirin û li dijî vê tundiyê bê çareser dimînin. Bi hişmendiya ku çapemeniya dîjîtal parçeyeke jiyanê ye divê rast û bi tedbîr bê bikranîn û li dijî van rêbazên tundiyê divê nêzîkatya parastina cewherî bê pêşxistin.Ji dema zarokatiyê û pê ve divê der barê bikaranînê de perwerdehiyeke rast bê dayîn.
Ji bo bedenê razamenî kirin, daxwaza başbûn wek qada tundiyê belav dibe. Li ser navê xweşikirina bedenê, ciwan mayîn, eleqe kişandin, jiyaneke bi tendurist mrov li bedena xwe tundiyê dikin. “Botoks, sîlîkon an jî ne zombiyên xweşikbûnê, zombiyên navendên anabolîka û fîtnessê jî hene… Em dikarin bêjin ku tenduristî û performans ya me her kesî heye.” (Byung-Chul Han, Topolojiya tundiyê) Ji bo bedewbûnê hebûna jinan dadixinînin teşebûnê. Di tu dema dîrokê de jin bi bedena xwe evqas nebibûn pirsgirêk. Ji bo beden razemenî kirin, wek xwe başhîskirinê tê dîtin. Ev pêkanînên ku çapemenî teşwîq dike, hişyarî û rexneyan dibezîne, vediguhere tundiyê. Mirov li ser navê ku cil, kîlo û teşeyên hev hişyariyê bikin, dişkînin û zextan li ser mirovan dikin.
Di salên 1970’ê de tevgerên polîtîk yên beden li dijî van pêkanînan wek bertek derket holê. Lê bertek hem marjînal hem jî berdewamiya xwe pêk nayne. Li tenduristiya xwe û dîtbariya xwe baldarbûn û hinek kalib ferzkirin ji hev cuda ne. ‘Xwe çawa bedew hîs dike, xurt hîs dike bila estetîkê bike’ gotina lîberalîzmê ye. Divê pirsa ku ‘jin çim xwe bedew hîs nakin, dikevin kompleksê?’ bê pirsîn. Aşkeraya jin bi çerm û porekî birîqî xurt nabin. Hemû dişibin hev û cilên dişibin hev li xwe dikin. Ev jî aliyên me yên ji hev cuda ji holê radike. Ya girîng ev e ku em bi cudahiyên xwe heyî bin.
Di vê qada ku pergala kapîtalist ava kiriye de tu bi qasî pereyê xwe heye û bi qasî pereyê xwe dikarî tercih bikî. Ji ber vê jî pere, xebat veguheriye qadek hebûnê ya girîng. Serbixwebûna borî, azaidya xebatê, di têkoşîna azadiya jinan de qadên girîng bin jî dixwaze li destê mêr binêrin dixwazin mûçeyê wan hebin, qada aboriyê ji bo jinan berdewamkirina xefika tundiyê ye. Jin wek hêza erzan tevli piyasê têkirin, li gorî rolên wan yên li malê qadê kar hatine vekirin. Sektora kêf û xizmetê bi keda jinê li ser piyan e. Li van qadan jî ji zext û destdirêjiyê xilas nabin. Ji zanîngehan heta qada sînema û hunerê hema heman di hemû qadên kar de jin mexdur dibin û çalakiyên ku tacîzan deşîfre dikin her tiştî derdixin holê. Li kargeriyan bi zext, tundî û destdirêjî tên kirin û jin cesareta ku vê îfşa bikin nabînin.
Tundiya aborî bi tevlibûna qadên kar yên zayendperest, çerxên binpêkirinê ya kapîtalîzmê çareser nabe. Hewce bi koperatîfên ku jin dikarin xwe xurt bikin heye. Ji bo vê stratejiyên pir alî dikarin bên diyarkirin. Bi hewldan, piştgirî û rêxistinbûnên jinan xebat karin bên meşandin.
Li dijî tundiyê tercîhên komunal
Tundî tenê bi zirardayîna fîzîkî nayê pênasekirin. Pêvajoyeke stratejîk a taybet ya ku jin xwe bê nirx, bê çare û bê fikr û nêrîn hîs dike ye. Dema ku mekanîzmayên xweparastinê bên şikandin, jin îradeya ku xwe ji têkiliyên ku tundiyê dibînin, qut dibe. Ev îstîsmara hestiye. Lê ev pênaeskirin rastiya der barê tundiyê de îfade dike. hewldana herî bi bandor a tundiyê, tecrîdkirina jinan a ji têkiliyên hêz û piştgiriyê digire ye. Ev di heman demê de polîtîkaya herî heas a têkoşîna li dijî tundiyê nîşan dide. têkiliyên hevaltî, dostaniyê her tim mirovan xurt dike.
Dostanî ancax navbra kesên azad de pêk tê. Dostanî wek cihekî di navbera qada taybet û cemawerî de ye. Em li wan qadan bi dostên xwe re hest, nêrînên xwe parve dikin, nîqaş dikin û bi hev re hewl didin cîhanê fêm bikin. Dilsoziya ji bo hevalan, bawerî û hêviya me ya li hemberî xwe û cîhanê xurt dike. (Fatmagul Berktay, Etîka fikr û ramanê)
Em dikarin li her cihê ku tundî heye rêbazên xwe yên azadiyê bifirînin. Komun zemîneke ku hêz û piştgirî derdikeve holê ye. Komunek saxlem bi têkiliyên hevaltî, dostaniyê ya di esasên rast de hatine avakirin dikare mayînde be. Hewce bi Pêşxistina mekanîzmayên parastina cewherî ku em dikarin hev xurt bikin heye.
*Ev nivîs ji hejmara 38’an a mijara dosya ‘tundî û berxwedan’ a Komara Jîneolojiyê hatiye girtin.







