Li Amedê şerê taybet û torên sûc (1)
- 09:05 28 Cotmeh 2026
- Dosya
Ji salên 1980'ê heta niha
Şehrîban Aslan-Rozerîn Gultekîn
AMED - Li Amedê jin û ciwan bi tiryak, çete û fuhuşê re tên rû hev, bandora polîtîkayên şerê taybet ya li ser civakê tê nîqaşkirin. Li bajar tevî operasyonên tên meşandin, torên sûc didomin, ji bo parastina ciwanan polîtîkayek nayê meşandin.
Li Amedê ji polîtîkayên koçberkirinê yên sala 1980’î heta pêvajoya di 2015’an de li Sûrê hatin jiyîn, êrîşan bandorek mezin li ser civakê kir. Bi taybet jin û ciwan bi pirsgirêkên betalî, xizanî, tiryak, fuhuş, çetebûnê re hatin rû hev. Tevî operasyonên dewletê yên di bin navê têkoşîna li dijî tiryka û fuhuşê de pirsgirêk didomin.
Di beşa ewil a dosya me de ku ji çar beşan pêk tê, em piştperedeya dîrokî ya polîtîkayên şerê taybet a li Amedê, piştî 2015’an de guherîna civakî ya hat jiyîn, rêbazên li têkoşîna li dijî tiryakê digirin dest.
Ji 1980’ê heta 2015’an
Li Amedê ji darbeya leşkerî ya 1980’ê şûnde li hemer Kurdan polîtîkayên zextan zêde bûn. Îşkence û binpêkirinên li girtîgeha Hejmar 5 a Amedê, li ser bîra bajar şopek giran hişt. Di 1990’an de valakirinên gundan, kuştinên kiryarnediyar, di binçavan de windakirin û polîtîkayên zextan berdewam kir. Bi koçberiyê re bi hezaran kes neçar man li Amedê bicih bin, li navçeyên Sûr û Rezan jiyana nû avakirin. Bi vê re betalî, xizanî, pirsgirêkên starbûnê hatin jiyîn. Li dijî vê piştevaniya taxan, rêxistinbûna jin û ciwanan xurt û. Ev berxwedan yek ji dînamîka herî girîng li dijî van polîtîkayan bû.
Di salên 2000’î de veguhestina bajarvanî, newekheviyên aborî û betalî bandora li ser jiyanê domand. Di 2015’an de bi bidawîna pêvajoya çareseriyê û bi pevçûnên li Sûrê, zext, hilweşîn û koçberî hat astek nû.
Zêdebûna êrişên şerê taybet
Li Amedê xizanî, betalî, tiryak, fuhuş û çetebûn texrîbatek mezin li ser civakê dike. Bi taybet bi pêvajoya Sûrê ya di 2015’an û piştî wê, polîtîkayên pêk hatin raste rast bandor li ser jiyana gel û ciwanan dike.
Li Sûr û Rezan gel li dijî polîtîkayên dewletê îradeya xwerêvebirinê danî holê. Li Sûrê bi îlankirina pêvajoya rêveberiya xweser operasyonan dest pê kir. Di 2’yê Kanûna 2015’an de qedexeya derketina derve hat îlankirin û pevçûnan dest pê kir. Pevçûnan heta 10’ê Adara 2016’an bi giştî 103 rojî berdewam kir. Di şerê li taxên Cevatpaşa, Fatîhpaşa, Dabanoglu, Hasirli, Cemal Yilmaz û Savaş de bi hezarna kes ji cihên xwe bûn.
Tevî hilweşîn û koçeriyê piştevaniya li taxan berdewam kir. Pêvajoyê ciwan bûn hedef û li ser polîtîkayên şerê taybet giran bûn. Betalî û xizanî hîn bêtir zêde bû, çetebûn, sucên tiryakê û girtina çekan zêde bûn.
Pere û aborî ji bo ciwanan bikişînin nav sûc hat bikaranîn,ji texrîbat û qadên wek vê re cih hat vekirin. Çeteyên ji ser ciwanan hatin avakirin, girêdayê polîtîkayên şerê taybet bû.
Tiryak û fuhuş
Zêdebûna tiryak û torên sûc bi taybet li Sûr û Rezan hat rojevê. Li bajar ji bo pêşîgirtina belavkirina tiryakê tedbîr nehatin girtin, firoşkaran saetên nava rojê jî tiryakê difroşin.
Tê îdiakirin ku li gelek taxan kafe ji bo sûcên tiryak û fuhuşê tê bikaranîn. Bi taybet jî piştî 2015’an de di xaniyên tên kirikirin û otelên li kolanan ev zêde bûne. Li van deran fuhuşê li jinên ciwan ferzkirin.
Bi sûcên tiryak û çetebûnê esnaf hatin tehdîdkirin, li hember kargeriyan êrîşên çekdarî û ciwan tevli vê torê kirin, bandor li jiyana taxan dike. Dema ku rola jin û ciwanan di rêxistinbûna civakî de li ber çavan bê girtin, hedefgirtina van aliyan bi armanca qelskirina civakîbûna li Amedê tê nirxandin.
Di nûçeyên ku berê di ajansa me de hatin weşandin yên wekê "Di medreseya aydê polîsê teqawît de îdiaya li hember zarokan îstîsmara zayendî", "Êrîş li du jinan hat kirin, polîs got gilî nekin", îdiayên helweta polîsan, êrîşa zayendî ya li hember zaroka û fuhuş hat rojevê.
Pirsên li bendê bersivê ne
Li dijî van pêkanîna operasyon hatin ragîhandin lê van operasyonan çiqas pêşî li van torên sûc girt. Ev pirs li bendê bersivîne. Tevî girtin û binçavkirinê sûcê fuhuş û tiryakê iddome. Vê jî nîqaşên der barê encamên mayînde yên têkoşînê anî rojevê.
Di meha Gulanê de navenda wê Amed li 23 bajaran li hember 302 navnîşanî operasyon hat kirin û hat diyarkirin 288 kes hatine binçavkirin. Li gorî daxuyaniya Emniyetê Samsur û Stenbol jî nav de li sê bajaran oprasyon hatiye kirin û li hember 20 navnîşanî operasyon hatiye kirin û 12 kes hatine girtin.
Meha Sibatê de di serdegirtina 28 navnîşanê de 27 kes hatin girtin û hat tespîtkirin ku 57 jin xistine nav lepê fuhuşê. Di kanûna 2025’an de navenda wê Amed li 6 bajaran li hember şebekeyekê operasyon hat kirin û 25 kes hatin girtin.
Lê ev dane derdixin holê ku encamên bi bandor nayên bidexistin. Pirsên wekê li dijî betalî, xizanî û ewlehiya aborî kîjan polîtîkayên bi bandor tên meşandin jî nav pirsên ku divê bên bersivandinê de ne.
Kapasîteya navendên dermankirinê têr dikin?
Ligel têkoşîna li dijî tiryakê dermankirina ciwanan, xwegîhandina xizmetên rehabîlîtasyonê jî girîng in. Navenda Dermankirina Tiryak û Alkolê (AMATEM) ya di bin bana Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîl û Navenda Dermankirina Zarok û Ciwanan (ÇEMATEM) navendên ku ji bo dermankirina tiryakîbûnê ne. Li gorî agahiyên hatine parvekirin li AMATEM’ê 32 nivînên normal û 5 heb jî yên giran, li ÇEMATEM’ê jî 18 nivînên normal û 4 jî yên giran hene. Lê daneyên têr yên ku ev kapasîte ji bo bajar têr dike an na tune ne.
Di beşa duyemîn a dosyayê de
Îdiayên der barê tiryak, çete û fuhuşê de, pirsên ev torên sûc çawa ava bûne, li ser kîjan têkiliyan hebûna xwe didomînin, bi xwe re tîne. Vegotina aliyên civakî yê pirsgirêkê jî derdixe holê.
Di beşa duyemîn a dosyayê de bi sernavê "Tora şerê taybet a ji girtîgehan heta kolanan" wê vegotinên du şahidên ku der barê çetebûn, fuhuş û tiryakê de xwedî agahiya bên dayîn.







