6’emîn Mîhrîcana Fîlmên Navneteweyî ya Rojava dest pê kir
- 22:04 13 Mijdar 2026
- Çand û Huner
NAVENDA NÛÇEYAN - 6’emîn Mîhrîcana Fîlmên Navneteweyî ya Rojavayê Kurdistanê ya Koma Ma Musicê bi berhemên xwe coşeke mezin da beşdarvanan û li pey re jî fîlmê metrajdirêj ê li ser zimanê kurdî “Hevalê Kekê Min” hate nîşandan
Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê cara şeşemîn mazûvaniya mîhrîcana fîlman a navneteweyî dike. Mîhrîcana Fîlmên Navneteweyî ya Rojava ya 6emîn tê lidarxistin. Mîhrîcanê bi bîranîna qurbaniyên Komkujiya Sînemaya Amûdê dest pê kir.
Gelek sînameger, welatî û mêvan û Rêveberiya bajarê Qamişlo Cîhan Seîd Hesam, Endama Komîteya Têkiliyên Derve ya Meclisa Gel a Sûriyeyê Îlham Ehmed tevlî festîvalê bûn.
Îlham Ehmed beriya konserê axivî û derhêner Soro ku li Rojava yekem fîlm kişand û didmeke nîz de jiyana xwe ji dest da bi bîr anî û got: “Cara yekem di dîroka Sûriyeyê ji bo Kurdan tê gotin ku dikarin bi zimanê xwe çanda xwe belav bikin. Dîroka mîhrîcanê ji bo Kurdan dîrokeke bi êş e. Dîrokek ku timî di bin zilm û zordariyê de xwe bi rê ve biriye. Her tim siyaseta înkar, pişaftin û nasnekirina nasnemayê li ser KUrdan meşandin. Kurdan bi rêbazên cuda xwestiye çand û huneraa xwe bi rê ve bibe û pêş bixin. Hem jî nasnameya xwe bi rêya çandê derbixînin.”
Koma Ma Mûzîkê coş da festîvalê
Piştî bernameya bîranînê, Koma Mûzîkê ya navdar Ma Music derket ser dikê. Komê bi stran û berhemên xwe coşeke mezin da beşdarvanan.
Sînemaya kurdî li perdeyê xuya kir
Piştî şahiya mûzîkê, fîlmê metrajdirêj ê bi navê “Hevalê Kekê Min” hate nîşandan. Fîlmê ku balê dikişîne ser girîngiya zimanê kurdî û rastiya civakî, ji aliyê temaşevanan ve bi eleqeyeke mezin hate pêşwazîkirin.
Mîhrîcan wê di rojên pêş de jî bi nîşandana gelek fîlmên belgefîlm, kurtefîlm û metrajdirêj, her wiha bi panel û semînaran.







