Koordînasyona Jinê: Bila êrîşên li Helebê bên lêpirsînkirin
- 16:14 11 Çile 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN- Koordînasyona Jinê ya Rêveberiya Xweser diyar kir ku êrîşên li dijî taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiye û Benî Zêd jinan hedef digire û daxuyakirin hiqûqa mirovahî ya navneteweyî tê binpêkirin.
Koordînasyona Jinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê êrişên komên çete yên girêdayî hikumeta demkî ya Sûriyeyê ku Tirkiye piştgiriyê dide wan ên li ser taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd de daxuyaniyen nivîskî da.
‘Êrîş plankirî û bi piştgirî tê kirin’
Di daxuyaniyê de êrişên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi tundî hatin şermezarkirin û hate gotin: “Ev êriş planeke dewleta Tirk û bi pişgiriya hêzên navneteweyî li dijî hebûna Kurdan bû ku pêkhateyeke resen ji pêkhateyên bajarê Helebê ye. Di heman demê de berdewama binpêkirin û komkujiyên giran ên li dijî niştecihên peravên Sûriyeyê û parêzgeha Siwêdayê ne.”
‘Jin di eniya pêş de bûn’
Koordînasyona Jinê diyar kir ku DAIŞ jî di nav de bi hezeran çete beşdarî êrişan bûn û hemû cûre çekên giran li dijî taxan bi kar anîn û wiha domand " Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji bo parastina sivîlan biryara berxwedanê da. Jin di pêşengiya vê berxwedanê de bûn û rola xwe ya wêrek di berxwedana li hember van êrişan de nîşan dan. Tevî şert û mercên dijwar, dorpêçkirin û tundiya êrişê jî Hêzên Ewlekariya Hundirîn di nava 6 rojan de li ber xwe dan û teslîm nebûn. Ev jî berxwedaneke lehengî ye ku wateyên têkoşîn û fedakariyê ji bo nirxên mirovahî û rûmetê nîşan da."
‘Sûcên li dijî jinan derketin holê’
Koordînasyona Jin bal kişand li ser berxwedana parazvanên Helebê û wiha domand: “Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi çalakiyên xwe yên fedaî girêdana xwe ya kûr bi doz û gelê xwe ve nîşan dane û piştrast kirine ku çalakiyên wan ên fedaî dê di dil û mejiyê gel de û di dîroka têkoşîna neteweyî de zindî bimînin. Komên çekdar ên girêdayî wezareta parastinê ya Sûriyeyê û çeteyên dewleta Tirk a dagirker piştî ku her du taxa desteser kirin kîn sûcên wan yên li hemberî sivîlan derket holê. Van koman komkujî û binpêkirin li dijî jinan kirin. Sûcê li dijî cenazeyê endameke Hêzên Ewlekariya Hundirîn wêneya rasteqîn a îşkencekirina hovane û dermirovî aşkera dike. Endama Hêzên Ewlekariya Hundirîn li jora avahiya qelişî ya di nava bajarê ku ji şer westiyaye de bi qehremanî şer dikir, bi tivinegê parastina gelê xwe dikir û da ku dengê jinên aştîxwaz û azadîxwaz venemire."
‘Êrîş sûcên şer in’
Koordînasyona Jinê ya Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êriş û qetilkirina jinan bi tundî şermezar kirin û diyar kir ku hedefkirin û qetilkirina jinan li dijî qanûnên mirovî yên navneteweyî û dighêjin asta sûcên şer. Her wiha destnîşan kir ku armanca ji van sûcan tirsê di nava civakê de belav bike û îradeya wê bişkîne.
Koordînasyona Jinê di dawiya daxuyaniyê de ev bang li civaka navneteweyî û rêxistinên hiqûqî û mirovî kir "Ji bo rawestandina van binpêkirinan bi awayekî lezgîn tevbigirin, lêpirsînên navneteweyî yên serbixwe û bêalî li ser sûcên li dijî jinan vekin, hemû binpêkirinan belge bikin û wan bişînin dadgehên navneteweyî, hesab ji hemû kesên ku beşdarî pêkanîna sûcan bûne bixwazin, pêşî li sûcdaran bigirin, bila tu kes ji ceza nefilte. Xwîna jinan berpirsiyariyeke exlaqî û qanûnî ye ku hesabpirsîn û edaletê dixwaze."
Gelen Kutusu etiketini bu ileti dizisinden kaldır







