Ji TJK-E’yê bang: Li dijî êrîşan bêdeng nemînin
- 20:37 11 Çile 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN- Tevgera Jinên Kurd ên li Ewropayê, êrîşên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê wekî “hewldana dagirkerî û qirkirinê ya bi erêkirina navneteweyî” pênase kirin û bang li jinên Kurd û saziyên demokratîk ên li Ewropayê kirin ku dakevin qadan.
Di daxuyaniya hevpar a TJK-E (Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê), KJAR (Yekîtiya Jinên Azadiyê ya Rojhilatê Kurdistanê), Kongra Star (Tevgera Jinên Konfederal a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê), DAKB (Yekîtiya Jinên Elewî yên Demokratîk), SMJE (Meclîsa Jinên Êzîdî), Komîteya Avakirina Dersimê, Komîteya Jinan a Mardefê, Înisiyatîfa Kurecikê, Federasyona Elewiyên Ewropayê (AAAF e.V.) û Konseya Elewiyên Felîke Kîlîkyayê de hat diyarkirin ku êrîşên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bi destê çeteyên faşîst-cîhadîst hatine kirin. Her wiha hat destnîşankirin ku ev êrîş bi polîtîkayên durû yên DYA û YE’yê hatine rewakirin. Di daxuyaniyê de hat tekez kirin ku ev tax destkeftiyên Şoreşa Rojava temsîl dikin û hat gotin ku êrîşên li ser Kurdan sûcekî li dijî mirovahiyê û sûcekî şer e.
Di daxuyaniya hevpar a rêxistinên jinan de ev îfade hatin bikaranîn:
“Em êrîşên barbarane yên çeteyên faşîst ên ku di bin navê ‘artêşa Sûriyeyê’ de li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê pêk anîne, bi hêrseke mezin şermezar dikin. Bi taybetî em polîtîkayên şer ên durû yên YE û DYA’yê ku ji bo berjewendiyên xwe yên qirêj erêkirin dane vê êrîş û komkujiyê, bi nefret teşhîr dikin.
Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ku ji destpêka şerê Sûriyeyê di sala 2012’an de hem li dijî rejîma Baasê û hem jî li dijî çeteyên cîhadîst-faşîst parastina xwe ya cewherî pêş xistin û li ber xistin, di encama komployeke navneteweyî de hatin dagirkirin. Eşkere ye ku ev êrîşa ku hêmanên dewleta Tirk ji mêj ve plan dikirin, di 6’ê Rêbendana 2026’an de li Parîsê bi navbeynkariya DYA’yê di hevdîtina Îsrail-Sûriyeyê de hatiye erêkirin. Di serî de nûnerê Sûriyeyê yê DYA’yê Tom Barrack, kesên ku xwe wekî ‘navbeynkarên ji bo aştî û îstîqrarê’ nîşan didin, di eslê xwe de kincê dîplomatîk ji vê êrîşa derqanûnî re dirûtine. Di demekê de ku li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê êrîşên qirkirinê li dijî Kurdan berdewam dikirin, Seroka Komîsyona Ewropayê Ursula von der Leyen û Serokê Konseya Ewropayê Antonio Costa hatin Şamê û bi Colaniyê bi kravat û Şeybaniyê sîxurê TC’yê re hevdîtin kirin; bi vî awayî kujer cesaret kirin. Ewropa û DYA’yê bi vî rengî careke din nîşan dan ku fêmkirina wan a ji ‘îstîqrar û aştiyê’, bêtir şer, bêtir komkujî û bêtir kaos li Rojhilata Navîn e. Lewma wekî jinên Kurd ên li Ewropayê dijîn, em bi taybetî polîtîkayên YE’yê yên durû û dij-demokrasî, maf û edaletê şermezar dikin.
Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, mîna deriyekî destkeftiyên Şoreşa Rojava bû ku ber bi hundirê Sûriyeyê ve vedibû. Di tevahiya şer de tevî her cure zehmetiyan, keleheke wusa bû ku li dijî faşîzm, barbarî û qirkirinê serî netewand. Gelê van taxan gelek caran ji nan, av û sotemeniyê bêpar hatin hiştin, lê dîsa jî ji nirxên şoreşê tawîz nedan. Bi derfetiya kêm, rêxistinbûna civaka demokratîk û parastina xwe ya cewherî pêş xistin û felsefeya Neteweya Demokratîk di jiyanê de bi cih kirin. Di bin pêşengiya jin û ciwanan de li van taxên ku 13 sal in avakirin û berxwedan lê dihat hûnandin, êrîşî vê modela jiyana civakî û xwerêveberiyê kirin. Berevajî îdiayan, mesele ne ‘pêkanîna yekdestdariya tundiyê di artêşeke neteweyî de’ ye. Lewre yên ku di bin navê ‘artêşa Sûriyeyê’ de hatine cem hev, çeteyên faşîst û dijminên jinan ên wekî Ahrar El Şam, DAÎŞ, El Qaîde û SNA’ya ser bi dewleta Tirk in. Îdiakirina ku bi wan re dê ‘Sûriyeyeke demokratîk’ were avakirin û neçarkirina gelên kêmnetewe ku radestî wan bibin, careke din mehkûmkirina gelên Sûriyeyê yên dixwazin azad û wekhev bijîn bi koletiyê ye. Tişta ku YE, DYA û hêzên herêmî yên Rojhilata Navîn ferz dikin, tam ev e. Lê divê bizanibin ku jin û gel dê tu carî rê nedin ku şoreşa ku bi berdêlên mezin ava kirine û tevgera şoreşgerî ya herî mezin a sedsala 21’emîn ji bo berjewendiyên wan ên qirêj were tasfiyekirin.
Di navbera 6-10’ê Rêbendanê de di nav 5 rojan de li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê berxwedaneke destanî hat nîşandan. Li dijî artêşeke barbar a ji hezaran kesan pêk dihat, li dijî çekên giran û kampanyayeke şerê taybet û dezenformasyonê ya ku di tevahiya şerê Sûriyeyê de nehatiye dîtin, hêzên parastina cewherî tevî gelê welatparêz bi qehremanî li ber xistin. Em şehîdên berxwedana Helebê yên ku ji bo jiyaneke bi rûmet canê xwe dan, bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin.
Artêşa barbaran a ku bi çekên giran êrîşî 300 şervanên rûmetê kir, bi sûcên li dijî mirovahiyê yên li Şêxmeqsûdê careke din nîşan da ku xwedî çi hişmendiyê ne. Ev keriyê kujerên dijminê jinê, bi êrîşkirina ser cenazeyên şervanên jin nîşan dan ku piçek jî ji mirovahiyê para xwe negirtine. Em van sûcên ku çeteyên faşîst li dijî jinan dikin bi nefret şermezar dikin. Divê ev çeteyên xwedî zîhniyeta qirker ên ku berxwedêrên parastina cewherî yên dîl ketine bi wehşî katil kirin, ji ber hemû sûcên şer û mirovahiyê werin darizandin. Heta ku sûcên hatine kirin neyên ronîkirin û darizandin, heta ku dadwerî û rastî neyê dabînkirin, derbasbûna ber bi Sûriyeyeke nû ve ne pêkan e.
Tişta ku gelên Sûriyeyê pêdiviya wan pê heye, pergaleke demokratîk e. Bi Baasiyên bi rîh an jî bi çeteyên faşîst ên bi kravat Sûriyeyeke nû nayê avakirin. Ji bo Sûriyeyeke demokratîk, berfireh û pirdengî, berî her tiştî divê vîna gelan were naskirin. Divê dagirkeriya li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê tavilê bi dawî bibe û mafê xwerêveberiya demokratîk a gelan were naskirin. Destkeftiyên ku gelan bi berdêlên mezin bi dest xistine, divê werin parastin. Li ser vê bingehê em bang li jinên Kurd ên li Ewropayê dijîn, rêxistinên jinan, saziyên demokratîk û hemû mirovên xwedî sinc û wijdan dikin ku li dijî êrîşên qirkirinê yên li Helebê dengê xwe bilind bikin, li dijî hikûmetên xwe helwest nîşan bidin û beşdarî çalakiyan bibin.”







