Ji Rêberê Gelê Kurd ji bo ciwanan peyam: Xwe bi rêxistin bikin
- 14:25 28 Kanûn 2025
- Rojane
STENBOL - Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ciwanan xwest ku xwe birêxistin bikin û got: “Di roja me de ku nirxên mirovahiyê yên herî bingehîn rastî êrişa modernîteya kapîtalîst tên. Di wê baweriyê de me ku ciwan dê li dijî vê bi rola xwe ya pêşeng rabin.”
Meclisa Ciwanan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Meclisa Xwendekarên Azad a Stenbolê (ÎSOM), panela “Di civaka sosyalîst de rola ciwanan” li dar dixin. Panel, li Sehneya Hunerên Bedew a Sûyê ya li navçeya Fatîhê ya Stenbolê tê lidarxistin. Eleqeyeke zêde ya ciwanan bo panelê hebû. Di panelê de pankartên “Jin jiyan azadî" û "Em xwe bi ruhê hevrêtiya komunalîst birêxistin dikin, azad dibin” hatin daliqandin.
Piştî axaftina destpêkê ya panelê, peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate xwendin. Peyama Abdullah Ocalan wiha ye:
“Ji civata hevrêyên komunalîst ên ciwan re;
Di demeke nîqaşa Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk tê kirin de, di serî de kesên ji bo avakirina vê zemînê ked dane, ez hezkirin û silavên xwe yên herî jidil ji hevrêyên xwe yên ciwan ên li ser bingeha hevrêtiya komunalîst têdikoşin re dişînim. Pêvajoyên avakirina civakî, tenê bi tevlibûn û pêşengtiya ciwana pêkan e. Ciwan, hêza sereke ya guherîn, veguherîn û nûbûnê ne. Şensê serkeftinê yê têkoşînên civakî û siyasî ku ciwan pêşengtiya wê ya îdeolojîk û rêxistiniya wê ya pratîk nake, pir bisînor in. Di vê çarçoveyê de; civaka ku ciwanên xwe winda kiriye, ne tenê civakeke têkçûyî ye, di heman demê de mafê xwe yê hebûnê jî winda kiriye. Berevajiya vê jî rast e. Ciwanên civak û civakîbûna xwe winda kirin jî pêşeroja xwe winda kiriye. Li cihên civakparêzî û têkoşîna sosyalîst bi ser neketî tenê rizîbûn, jihebelavbûn û tunebûn heye. Kes, tenê dema bû parçeyeke civakeke birêxistinkirî dikare watedar bibe û tenê dikare bi kesên rêxisitnkirî hebûna xwe bidomîne.
Avakirina civakî, civaka sosyalîst û azadî tenê bi xwebirêxistinkirinê pêkan e. Her hebûna ku di cih û dema xwe de derfetên heyî baş bi kar neyîne û xwe birêxistin neke, zû yan jî dereng dê tune bibe. Beriya niha min gotibû ‘Xwe li her derê birêxistin bikin û her derê birêxistin bikin.’ Ev ne tenê pêwîstiyeke siyasî ye, di heman demê de ji bo hebûna civakî û azadiyê jî mecbûriyetek e. Daxwaza azadiyê, meyleke dînamîka ciwanan e. Pêşengtiya wê ya guherîn û veguherîna civaka dîrokî, encama xwezayî ya vê meyla wê ya ji bo azadiyê ye. Lixwegirtina vê erkê ji vebijêrkekê wêdetir, ji bo jiyaneke azad û watedar mecbûriyetek e. Misogeriya hebûna civakî û azadiyê jî bi rêxistiniya civakî pêkan e. Kujerê kastîk di tevahiya dîrokê de bi hemû rê û rêbazên dejenere dike, dirizîne ciwan hedef girtiye. Sedema vê jî, hêz û meyla ciwanan a ji bo azadiyê ye.
Di serî de avakirin, ji bo hêza dînamîk û enerjiya ciwanan bibe îradeya guherîn û veguherînê ya avaker, ev yek girêdayî zanetiya li ser bingeha hevrêtiya komunalîst û têkoşîna kolektîf e. Çawa ku azadî dînamîzma ciwana di xwe de bihewîne, di heman demê de azadî û civakîbûn jî di nav xwe de sosyalîzmê dihewîne. Di serdema têkçûna kapîtalîzmê de, gelek biqîmet e ku ciwan li ser sosyalîzma demokratîk, jinûveavakirinê û rêyên têkoşînê nîqaşan dimeşînin. Nîqaş wiha û yên bi vî rengî, dê bi xwe re dewlemendiya fikrî bîne û girêdayî vê jî dê rê û rêbazên têkoşînê yên nû derxin holê. Di roja me de ku nirxên mirovahiyê yên herî bingehîn rastî êrişa modernîteya kapîtalîst tên. Di wê baweriyê de me ku ciwan dê li dijî vê bi rola xwe ya pêşeng rabin. Di vê çarçoveyê de ez careke din yek bi yek silav û hezkirinên xwe ji hemû hevrêyên xwe yên ciwan ên ji bo sosyalîzma demokratîk têdikoşin re dişînim û jê re serkeftinê dixwazim.”
Piştî xwendina peyamê, panel ji çapemeniyê re girtî domiya.







