TJA'yê ji bo Rojhilat banga xwedîderketinê kir

  • 10:41 7 Çile 2026
  • Rojane
AMED - Tevgera Jinên Azad (TJA) derbarê xwepêşandanên li Îran û Rojhilat de daxuyaniyek nivîskî weşand û got, "Em bi berxwedana şoreşa 'Jin Jiyan Azadî' li gel jinên ku li Îran û Rojhilat li ber xwe didin in û em piştgiriya xwe didomînin" û banga xwedîderketinê kir.
 
Xwepêşandanên li dijî pirsgirêkên aborî, siyasî û civakî ku di 28'ê Kanûna 2025'an de li seranserê Îran û Rojhilat dest pê kirin, berdewam dikin. Her çend dewleta Îranê hewl dide ku xwepêşandanan bi tundiyê bitepisîne jî ew nikare pêşî li belavbûna wan bigire.
 
Tevgera Jinên Azad  (TJA) derbarê bûyerên li Îranê de daxuyaniyek nivîskî weşand.
 
'Divê daxwazên demokratîk ên gel werin naskirin'
 
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin  ku divê rej^îma Îranê tundiya xwe li dijî jinan û zilma li ser jinan bi dawî bike û daxwazên demokratîk ên gel nas bike. Di daxuyaniyê de her wiha hate destnîşankirin ku di vê pêvajoyê de, jinan bi şoreşa "Jin Jiyan Azadî" roleke girîng girtine ser xwe.
 
Berdewama daxuyaniyê wiha ye: “Geşedanên li Îran û rojhilatê Kurdistanê ji 28’ê Kanûna 2025’an vir ve nîşan didin ku krîza siyasî û civakî ya kûrtir a li welêt bi xwe re bi taybet jî ji bo jin û gelê Kurd encamên giran aniye. Serhildana gel ku li dijî krîza aborî û tepisandina siyasî dest pê kir, bi tevlibûna jinan zû veguherî daxwaza azadî û edaletê. Bersiva rejîmê jî bû pêla girtin û binçavkirinan, tundiyeke bêsînor û komkujî. Jinan, di vê pêvajoyê de roleke girîng li xwe girtin. Her ku jinên rojhilatî û îranî li ber xwe dan, rejîmê jî ew bêhtir xistin navenda polîtîkayên ewlehiyê. Ji ber vê yekê, divê ev destwerdan ne wekî tiştekî rasthatî lê wekî encama nêzîkatiyeke siyasî ya taybet were fêmkirin. 
 
Sîvîl hatin qetilkirin
 
Ji 28’ê Kanûnê ve herî kêm 990 kes hatine binçavkirin, 19 sivîl hatine qetilkirin û zêdetirî 50 kes jî birîndar bûne. Piraniya kesên ku jiyana xwe ji dest dane jî ji bajarên rojhilatê Kurdistanê ne. Ev yek jî polîtîkayên ewlehiyê yên li ser Rojhilat têra xwe nîşan dide û binpêkirina mafên mirovan ên li vir radixe ber çavan. 
 
Daxwazên jinan  
 
Di nav kesên hatine qetilkirin de jin û zarok hene. Jin, di bin bandora vê pêvajoyê de mane. Herî kêm 40 jin di dema pêşandanan de bi awayekî kêfî li mal, zanîngeh û hwd hatine binçavkirin. Astengkirina jinên birîndar a ji sûgirtina ji xizmeta tenduristiyê, xwarina gefa girtinê û hwd., binpêkirinên cidî yên mafê jiyanê û mafên bingehîn in. Qetilkirina Sâger Etemadi yê 22 salî, rewşa giran a li wir tê jiyîn radixe ber çavan. Ev tundiya domdar a li ser jinan, bi vî rengî civakê bêhtir tengezar dike û derfetên çareseriyê qels dike. Ji sala 2022’yan vir ve daxwaza ku jin bi ‘Jin, jiyan, azadî’ tînin ziman, xwesteka jiyaneke bê tundî, bi rûmet û wekhev e. Ev daxwaz ne tenê ji bo pêşeroja jinan, lê ji bo pêşeroja tevahiya civakê bendewariyekê nîşan dide. "