Bîlançoya êrîşan giran dibe: 7 kesî jiyan xwe ji dest da
- 13:23 7 Çile 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - HTŞ’ê ya cîhadîst êrişên xwe yên li ser taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd ên Helebê dewam dikin. Li gorî bîlançoya nû 7 kesan jiyan xwe ji dest dan, 46 kes jî birîndar bûn.
Ji 6’ê Çileyê ve komên bi ser dewleta Tirk ên di nava hêzên hikumeta demkî de bi guleyên hawan, obîsan û tankan êrîşî taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêdî yên Helebê dikin.
Komên çete yên ku êrîşî Helebê dikin ev in: Firqet Hemzat, Firqet Emşat, Firqet Sultan Murdan û koma Nûredîn Zengî.
Ev kom fermanên xwe rasterast ji dewleta Tirk werdigirin û bi hevkariyeke leşkerî ya zelal a bi armanca têkbirina aramiya li taxên dorpêçkirî tev digerin.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Helebê diyar kir ku di çarçoveya mafê parastina rewa de bersiva êrîşan didin, hewldana ketina çeteyan a taxa Şêxmeqsûdê têk birin, piştî derbên giran ew neçar kirin ku birevin.
Di van êrîşan de 2 jê zarok, 2 jê jin, 7 kesan jiyana xwe ji dest dan û zêdetirî 40 kes di nav de hejmarek zarok birîndar bûne.
Navên kesên jiyana xwe ji dest dane wiha ne:
Şam Dilo ya 3 salî, Fatme Hemade ya 41 salî, Masûd Fayid Ebdo yê 30 salî, Xorşîd Omer ê 13 salî, Hesen Mihemed Hesen ê 42 salî û jinek nasnameya wê ne diyar e.
Di bersivdana êrîşan de endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Heleb Sebrî Mihemed Ebdulqadir şehîd bûn û 6 endam jî birîndar bûn.
Di encama êrîşan de, zirarên mezin bi malên welatiyan, cihên olî, saziyên xizmetguzariyê bûn.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Helebê diyar dikin ku ew di çarçoveya mafê rewa ya parastina welatiyan û taxên Helebê de bersiva êrîşan bidin.
Komên çete rasterast êrîşî taxên Helebê dikin, jiyana welatiyan dixin xeteriyê. Ev gefa pêkanîna karesatek mirovî dixwe.
Ji bo şermezarkirina êrîşan gelê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Sûriyeyê derketin qadan û piştgiriya xwe ji bo berxwedana Helebê nîşan da. Wê îro bi heman mijarê xwepêşandan li dar bikevin.







