Li 285 deverên Rojhilat û Îranê çalakî didomin
- 13:28 7 Çile 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Xwepêşandanên li Tehranê dest pê kirin, tevahiya şevê li dijî êrişên rejîmê li Rojhilat û Îranê berdewam kirin.
Xwepêşandanên ku li Îran û Rojhilatê Kurdistanê dest pê kirin, di roja 11'emîn de bênavber berdewam dikin. Xwepêşandanên ku tevahiya şevê dom kirin, piştî ku hêzên rejîmê gule li ser gel reşandin, veguherî pevçûnên çekdarî. Di encama berxwedana li seranserê parêzgehên Îlam û Kirmaşanê de, hêzên rejîmê ji gelek deveran hatin derxistin. Li Kirmaşan û Îlamê ku bûn navendên berxwedanê, welatiyan tevahiya şevê kolan terk nekirin. Gelê ku nobed girt, berxwedana xwe domand.
Ji aliyê din ve, HRANA, li gorî çavkaniyên fermî û herêmî bîlançoya 11 rojan parve kir û ragihand ku di xwepêşandanan de 36 kes hatine qetilkirin. Di heman demê de, hêzên rejîma Îranê û hikûmet ku kontrola beşên mezin ên her du parêzgehan winda kirine, gefê li xwepêşanderan dixwin. Tevî hemû zextan, xwepêşandan îro jî berdewam dikin.
Li gorî agahiyên ku ji hêla Ajansa Nûçeyan a Çalakvanên Mafên Mirovan (HRANA) ve hatin weşandin, xwepêşandan bi awayê xwepêşandanên kolanan, grevên pîşeyî û xwepêşandanên xwendekaran berdewam dikin. Hat ragihandin ku li hin bajaran, hêzên ewlehiyê mudaxileyî nexweşxaneyan kirine û rê li ber dermankirina birîndaran girtine.
Hat ragihandin ku xwepêşandan di 11 rojan de li 27 parêzgeh, 92 bajar û 285 deveran belav bûne û herî kêm 36 kes hatine qetilkirin û zêdetirî 2 hezar kes hatine binçavkirin. Xwepêşandan li Tehran, Meşhed, Şîraz, Qezvîn, Bender Ebas, Zencan, Îlam, Babîl û Borucerdê tên kirin. Her wiha hat ragihandin ku bêyî bangeke fermî, li sektorên zêr, dowîz û tekstîlê yên li Bazara Tehranê grev dest pê kirine.







