Ji bo 6 jinên ku hatin kuştin li Xelfetiyê bîranîn

  • 14:01 7 Çile 2026
  • Rojane
RIHA - Di bîranîna jinên li Parîs û Cîzîrê hatine kuştin de, hat diyarkirin ku ji bo serketina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk divê komkujî bên ronîkirin.
 
Meclisa Jinan a Rihayê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) û Tevgera Jinên Azad (TJA) ji bo Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên ku di 9'ê Çileya 2013'an de li Parîsê hatine kuştin û Pakîze Nayir, Sêve Demîr û Fatma Uyar ên ku di 4'ê Çileya 2015'an de di dema qedexeyên derketina derve de hatine kuştin, bernameyek bîranînê li dar xistin.
 
Gelek kes beşdarî bîranîna ku li avahiya navçeya Xelfetiyê ya DEM Partiyê hat lidarxistin bûn. Wêneyên jinên ku hatine kuştin li hola ku bîranîn lê hat lidarxistin hatin daliqandin.
 
Piştî merasîma rêzgirtinê, bîranîn bi qîrîna dubare ya "Jin, jiyan, azadî" û "Şehît namırın" dest pê kir. Bernameya bîranînê bi pêşkêşkirina sînevîzyona li ser jiyana jinên hatine kuştin û xwendina helbestan berdewam kir.
 
'Bila Komkujî Bêne Lêkolînkirin'
 
Hevseroka navçeyê ya  DEM Partiyê Aslihan Çîftçî, diyar kir ku wan têkoşîna jinên hatine kuştin girtiye ser milên xwe û dê li ser şopa wan bimeşin.
 
Hevseroka  DEM Partiyê ya Rihayê Ayşe Surucu, jinên hatine kuştin bi bîr anîn û destnîşan kir ku tevî  sal derbas bûne jî komkujî nehatine ronîkirin . Ayşe Surucu, her kesî bi bîr xist ku jinên hatine kuştin di têkoşîna azadiyê de pêşeng bûn û dubare kir ku ew ê ji bo komkujiyan hesab bipirsin û dê li ser xeta têkoşîna hevalên xwe bijîn.
 
Ayşe Surucu, bal kişand ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û diyar kir ku ji bo serkeftina pêvajoyê divê komkujî bên ronîkirin.