Pêkhateyên Mîtînga Jinan: Ji bo pêşeroja xwe em ê dengê xwe bilind bikin
- 14:09 7 Çile 2026
- Rojane
ENQERE - Pêkhateyên Mîtînga Jinan, di bangewaziya xwe ya ji bo mîtînga 10'ê Çilê de gotin: "Em ji bo maf, jiyan û azadiyên ku me bi têkoşîna salan bi dest xistine radiwestin û bi hev re em dengê xwe ji bo pêşeroja xwe bilind dikin."
Pêkhateyên Mîtînga Jinan li ber Abîdeya Mafên Mirovan a li Kolana Yukselê derbarê mîtînga ku dê roja Şemiyê ango 10'ê Çile li Qada Tandogan a Enqerê were lidarxistin de civîneke çapemeniyê li dar xistin. Daxuyanî li ser navê Pêkhateyên Mîtînga Jinan ji aliyê Berfîn Gozde Tuncay ve hate xwendin.
Berfin Gozde Tuncay diyar kir ku ew bang li hemû jinan dikin ku ji bo maf, jiyan û azadiyên xwe rabin ser piyan û got: "Werin em li dijî kuştin, paşguhkirin, biryarên ku ji hêla mêran ve li ser me têne dayîn, bêqîmetkirina kar û keda me û li dijî polîtîkayên ku me mehkûmî xizaniyê dikin, ji bo mafê xwe yê jiyanê, destkeftiyên xwe û îradeya xwe ya jiyana azad rabin ser piyan. Werin em bibêjin, 'Em li vir in, em bi hev re ne, li dijî pergala we ya dijminê jinan,' û werin em di 10'ê Çile de li Enqerê di mîtînga jinan de bi jinên ji çar aliyên welêt re bicivin.
Mal, kolan, kampus û cihên me yên kar ne ewle ne! Amûrên ku alîkariya pêşîgirtina li şîdeta li dijî jinan û kuştinên jinan dikin yek bi yek ji me tên standin. Peymana Stenbolê, bingeha herî girîng a pêşîgirtina li şîdetê û meşandina pêvajoyên lêpirsîn û cezakirinê yên bi bandor, bi neqanûnî hatiye vekişandin û niha pêkanîna Qanûna Hejmar 6284 di înîsiyatîfa hêzên ewlehiyê de hate hiştin. Di sîstema bêcezatiyê de ku bi efûyên hikûmetê di pakêtên dadwerî de hatiye afirandin, mafê jiyanê yê jin û zarokan û mafê civakê yê jiyana di hawîrdorek bê şîdet de tê standin."
Berfîn Tuncay wiha dawî li daxuyaniyê anî: "Şêwaza jiyana me û mafên me bi xutbeyên roja Înê yên ku li dijî prensîba laîkbûnê, têne hedefgirtin. Polîtîkayên şer aştiya civakî têk dibin û daxwaza me ya ji bo jiyaneke wekhev û azad di aştiyê de tê paşguhkirin! Êdî bes e! Em naxwazin her roj bi nûçeyên kuştina jinan şiyar bibin. Em dixwazin siberoja xwe, pêşeroja xwe bibînin û çerxa xizanî û bêpariyê bişkînin! Em ji bo maf, jiyan û azadiyên ku me bi salan têkoşîn bi dest xistine radiwestin û em di 10'ê Çileya 2026'an de li Enqerê Qada Tandogan dicivin, da ku em bi hev re dengê xwe ji bo pêşeroja xwe bilind bikin."
Jinan piştî daxuyaniyê belavokên mîtîngê belavkirin.







