Meclîsa Gel a Şêxmeqsûd û Eşrefiyê: Li malên xwe bimînin

  • 15:52 7 Çile 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN -Meclîsa Gel a Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê bang li gel kir ku aram bimînin û piştgiriyê bidin asayîşê.
 
Meclîsa Gel a Giştî ya Şêx Meqsûd û Eşrefiyê bang li xelkê taxan û Helebê kir ku aram bimînin û nekevin bin bandora şerê taybet ê ku ji hêla medyaya hikûmeta demkî ya Şamê û Tirkiyeyê ve tê meşandin. Meclîsê daxuyanî da û Hevserokê Meclîsa Gel Nûrî Şêxo axivî. Şêxo diyar kir ku divê mirov li malên xwe bimînin û baweriya xwe bi nûçeyên medyaya provokatîf neynin.
 
Nûrî Şêxo bal kişand ser zêdebûna aloziyan ên di rojên dawî de û got: “Em bang li gelê xwe yê welatparêz dikin ku li malên xwe bimînin û aramiya herêmê xera nekin, ji manîpulasyonên medyaya dijmin bandor nebin. Divê em bi aqilê selîm tevbigerin da ku şer û kaos zirarê nede gelê me.”
 
Nûrî Şêxo ji xelkê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê xwest ku ku li kêleka hêzên asayîşê bisekinin ku di mîsogerkirina ewlehiya herêmê de roleke girîng tînin û got: “Em gelê xwe vedixwînin ku li kêleka hêzên asayîşê bisekinin da ku ewlehî û aramiya herêmê mîsoger bikin. Em ê bi hev re xurttir bibin û divê em bi hev re bixebitin da ku aştiya civakî biparêzin.”