Komên girêdayî hikûmeta demkî 6 kes qetil kir

  • 22:37 8 Çile 2026
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Komên girêdayî hikûmeta demkî ya Sûriyeyê êrîşî Dêr Hafirê yê rojavayê kantona Tebqayê kir, 6 welatî jiyana xwe ji dest dan û hejmarek jî birîndar bû.
 
Li gorî nûçeya ANHA'yê komên çete bi dron û topan êrîşî bajarê Dêr Hafirê yê rojavayê kantona Tebqayê kir, di encamê de yek jê zarok 6 welatî jiyana xwe ji dest dan û hejmarek welatî jî birîndar bûn.
 
Komên çete êrîşî derdora deriyê, derdora Nexweşxaneya Raid, nêzî firna Dêr Hafirê kir, bi wê re gelek zirar çêbûn.