Li Geverê ji bo 4’ê Nîsanê şitil hatin çandin
- 12:15 5 Nîsan 2026
- Rojane
COLEMERG - Li navçeya Geverê ya Colemêrgê bi boneya sala 77’an a rojbûna Abdullah Ocalan şitil hatin danîn.
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê bi boneya sala 77’an a rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şitil hatin danîn. Dayikên Aştiyê, aktivîsên Tevgera Jinên Azad (TJA), partiyên siyasî û gelek welatî tev li bûn. Di çalakiyê de dirûşma “Bijî Serok Apo” hate berzkirin.
Di çalakiyê de Dayikên Aştiyê stran gotin û govend hate gerandin.







