Ji du jinên hatine girtin xeber nayê girtin

  • 16:59 5 Nîsan 2026
  • Rojane

NAVENDA NÛÇEYAN - Girtina jinan ji aliyê rejîma Îranê ve di çarçoveya bêdengkirina dengên azad de berdewamin û di vê çarçoveyê de, çarenûsa du jinên girtî yên Îranî ku xizmên girtiyekî siyasî yê hatî darvekirinin nediyare.

Malpera Dengê Girtiyên Kurd û Îranî ragihand ku zêdetirî du mehin du jinên bi navê Um Elbenîn Dêhqan (63 salî) û Meryem Elîpûr (31 salî) ku ji aliyê Wezareta Îstixbaratê ya Îranê ve hatine binçavkirin, çarenûsa wan ne diyare û hîna di girtîgeha Qerçekê de di bin lêpirsînê de ne.

Hat destnîşankirin ku her du jinên girtî, dayik û xwişka Babek Elîpûr yê girtiyê siyasî yê ku hatî darvekirinin. Her wiha bavê wî yê bi navê Ruzbeh Elîpûr jî di girtîgeha Evînê de girtî ye.

Malperê da zanîn ku endamên malbata Babek Elîpûr ji mafê hevdîtina bi xizmên xwe re û dîtina parêzer hatine bêpar kirin. Heta beriya darvekirinê, mafê xatirxwestina dawî ji Babek Elîpûr jî nedan malbata wî.

Hêjayî gotinê ye ku dayika Babek Elîpûr, Um Elbenîn Dêhqan bi awayekî çalak beşdarî kampanyaya ‘Sêşemên Na ji Darvekirinê re’ dibû. Ew tevî keça xwe Meryem Elîpûr di 26’ê Sibata 2025’an de, dema ku vedigeriyan mala xwe, ji aliyê hêzên ewlehiyê yên rejîma Îranê ve hatin binçavkirin.