DEM Partî dê biçe bajarên ku li dibistanên wan êriş çêbûn

  • 12:27 16 Nîsan 2026
  • Ramyarî
ENQERE - DEM Partî, dê têkildarî komkujiyên li Sêwreg û Mereşê yên li dibistanan çêbûn, biçe herêmê lêkolînan bike. 
 
Şandeyek ji Cîgirê Serokê Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sezai Temellî, Endama Komîteya Rêveberiya Navendî (MYK) Îlknur Birol û 5 parlamenteran pêk tê, dê ji bo lêkolîna êrişên li du dibistanên li navçeya Sêwereg a Rihayê û navenda Mereşê di 14 û 15'ê Nîsanê de çêbûn, biçe herêmê. ŞandeyaDEM Partiyê dê îro biçe Riha û Mereşê û dê encama lêkolînên xwe bi raya giştî re parve bike.