Qetilkina Gulîstan Doku hat îtîrafkirin
- 14:10 18 Nîsan 2026
- Rojane
DÊRSIM - Sîdar Altaş, birayê Umut Altaş ku yek ji sûcdarên kuştina Gulîstan Doku ye li xwe mikur hat.
Hat hînbûn ku qeydeke vîdyoyî ya Sîdar Altaş, birayê Umut Altaş ku yek ji sûcdarên di lêpirsîna Gulîstan Doku d li xwe mikur tê ji dozgeriyê re hatiye şandin.
Di qeydê de, Sîdar Altaş dibêje ku birayê wî Umut Altaş derbarê bûyerê de hin agahî daye wî ku Gulîstan Doku bi çekê ji aliyê Mustafa Turkay Sonel ve hatiye kuştin û bûyer di malekê de qewimîye.
Di qeydê de gotinek heye ku Mustafa Turkay Sonel tecawizî Gulistan Doku kiriye ku di encamê de ew ducanî bûye û ji ber ku ev eşkere bûye wî ew kuştiye.







