ROJEVA 26'Ê NÎSANA 2026'AN

  • 09:00 26 Nîsan 2026
  • Rojev
* Karkera malê Sultan Karasu da zanîn ku karkeriya malê ji statuya qanûnî bê par tê hiştin û jin bi tundî, destdirêjî û bêewlehiyê re tên rû hev. Sultan Karasu wiha got: “Em hene, em bi keda xwe hene lê di qanûnê de navê me tuneye. Zehmetî pir zêde ye lê yên barê me sivik bikin tune ne. Em ê li dijî vê di 1’ê Gulanê de li qadan bin. BI DÎMEN 
 
*Şaredara Kobanê Almaz Romî, diyar kir ku wek jinekê wê destkeftiyên jinan bi xebat û têkoşîna xwe biparêzin û got " Di nava entegrasyonê de rola jinan a herî girîng e. Divê destkeftiyên jinan werin parastin." DÎMEN HEYE
 
*Endama meclîsa jinan a DBP’ê Elîf Îpek Tîrenç balkişand ser zêdebûna tedbîrên parastin û tundiyê ya di daneyên ku Wezareta Dadê aşkera kiriye de û got aliyên vê yên aborî, civakî û siyasî krîzek giran nîşan dide û bertek nîşanê pêknehatina qanûna 6284'an da. DÎMEN HEYE
 
*Ji parêzerên TOHAV’ê Esma Yaşar da zanîn ku dosyaya Gulistan Doku nokteya pergala bêcezahiştinê ya Tirkiyeyê nîşan dide û got: “Gulistan tune kirin, dewlet dizane.” DÎMEN HEYE
 
*Sekretera jinan a KESK’ê Done Gevher Koyun got li cihê aştî û demokrastî tunebe kedkar nikarin mafên xwe bi dest bixin û da zanîn ku zemîneke têkoşîna hevpar bi aştî û demokrasiyê pêkan e. DÎMEN HEYE