Karkera malê Sultan Karasu: Yên barê me sivik bikin tune ne!
- 09:02 26 Nîsan 2026
- Ked/Aborî
Elfazî Toral
STENBOL - Karkera malê Sultan Karasu da zanîn ku karkeriya malê ji statuya qanûnî bê par tê hiştin û jin bi tundî, destdirêjî û bêewlehiyê re tên rû hev. Sultan Karasu wiha got: “Em hene, em bi keda xwe hene lê di qanûnê de navê me tuneye. Zehmetî pir zêde ye lê yên barê me sivik bikin tune ne. Em ê li dijî vê di 1’ê Gulanê de li qadan bin.
Ber bi 1’ê Gulanê jin ku keda wan nav çar dîwarên malê de nayê dîtin, li dijî bêewlebûn û bêstatubûnê dengê xwe bilind bikin. Bi hezaran jinên bi salan kedê didin, ne ewlehiya wan a civakî ne jî navê wan di qanûnê de heye. Jinên karkerên malê îsal jî di 1’ê Gulanêde ji bo peymana hejmar 189 a ILO pêk bê û ji bo jiyaneke mirovane wê li qadan bin.
Karkera malê Sultan Karasu der barê keda ku nayê dîtin, pirsgirêkên ewlehiya civakî ji JINNEWS’ê re nirxand.
Sultan Karasu da zanîn ku ji ber şertên jiyanê di 22 salî de dest bi karkeriya malê kiriye û 25-30 sale paqijiya malan dike. Sultan Karasu wiha pê de çû: “Niha di fîrmayek paqijiyê de dixebitim. Part-tîme dixebitim. Em hem li mala xwe dixebitin hem jî li dere dixebitin. Em ji bo aboriya xwe dixebitin. Em dixebitin lê ne ewlehiya karê me, ne sîgorteya me ne wesfa me heye. Em nayên dîtin. Divê ji me re bêjin ‘karkerên malê’ lê wisa nabêjin. Dibêjin ‘jina tê mala te paqij dike bila bê ya me jî paqij bike’. Navekî me tuneye. Em li her derê wisa tên dîtin. Daxwaza me jî ev e ku karkerên malê bi sîgorteyê bixebitin. Bila keda wan bê dîtin. Bila mafê wan yên teqawîtbûnê hebe. Ewlehiya karê me tuneye.”
Şertên bê ewle
Sultan Karasu di berdewamiyê de diyar kir ku ew di şertên bê ewle de dixebitin û wiha pê de çû: “Hevalek me li Antalyayê dema cam paqij dikir ket. Bi mehan li erdê ma û çend salan nikaribû bixebite. Xwediyê malê ev negirtin ser xwe. Lêçûn pir zêde bû. Sê salan nikaribû bixebite. Ji bo jiyana xwe bidomîne divê bixebitiya. Lê tu kesî li cem wê cih negirt. Xema tu kesî tunebû. Dema sîgorte tunebe tu maf jî nayê xwestin.”
‘Barê me nayê sivikirin’
Sultan Karasu daxuyakirin ku divê mafê teqawîtbûn, betlana cejnê, betlana salane, mafê civakê û ewlehiya civakî ya karkerên malê hebe û wiha got: “Em standardên jiyaneke mirovane dixwazin. Em dixwazin mafê hemû karkeran bê nasîn. Divê jin wek hêza erzan a kar neyên dîtin. Jiyan ji bo jinan hem zehmete hem jî barê wan girane. Jin hem li malê dixebitin em li ser kar dixebitin. Barê jinan nayê sivikirin.”
Wê 1’ê Gulanê de li qadan bin
Sultan Karasu balkişand ser krîza aborî û wiha dawî lê anî: “Jinên karkerên malê heman demê de kakerên mala xwe ne jî. Bihabûna jiyanê her kes bêzar kiriye. Her tişt biha bûye. Karkerên malê zehmetiyên mezin dikşînin. Em ê li dijî her cureyê zor zextan, zehmetiyan di 1’ê Gulanê de li qadan bin.”







