ROJEVA 27'Ê NÎSANA 2026'AN

  • 09:00 27 Nîsan 2026
  • Rojev
 
*Hevseroka ÎHAMED’ê parêzer Burçu Şeber, da zanîn ku li Tirkiyeyê mirinên bi guman yên jinan gihiştine astek ku alarmê dide û da zanîn ku herî zêde serlêdanên der barê tundiya fîzîkî û dîjîtal de digirin. DÎMEN HEYE 
 
*Parêzer Gulseren Yolerî der barê binpêkirinên mafan yên li girtîgehan û rewşa girtiyên nexweş de axivî û got: “Neçareseriya pirsgirêka li girtîgehan polîtîkayeke dewletê ye. Yanî di vir de polîtîkayeke bi zanebûn tê meşandin. Bi vê polîtîkayê re girtiyan ber bi mirinê ve dibin û rê li ber pirsgirêkên cidî yên tenduristiyê vedibe.”  DÎMEN HEYE 
 
*Endama SES’ê Fatma Arslan ya bi KHK’ê hat îxrackirin, da zanîn ku kedkarên tenduristiyê bi mobîng û tacîzê hatine dorpêçkirin û got jinên hatin îxraçkirin di têkoşîna sendîkal û rêxistinî de rola pêşeng dilîzin.DÎMEN HEYE