Ruksen Mihemed: Divê YPJ ji aliyê wezaretê ve bê qebûlkirin
- 09:05 30 Nîsan 2026
- Rojane
Jiyan Gencan
HESEKÊ - Berdevka YPJ'ê Ruksen Mihemed destnîşan kir ku divê têkoşîna YPJ'ê bê dîtin, ji ber ku wê nasnameya jinan parastiye û got: "Hebûna bi salan a YPJ'ê dêvê bê naskirin û ji alyê Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê ve bê qebûlkirin."
Yekîneya Parastina Jinan (YPJ) ku bi têkoşîna xwe ji Şoreşa Rojava re pêşengtî kir û dengê jinên Kurd li tevahiya cîhanê belav kir, niha ji bo ku di Destûra Bingehîn a Sûriyeyê de cih bigire têkoşîna xwe didomîne. Li gel vê têkoşîna YPJ'ê ji Rojhilata Naîn û gelek deverên cîhanê piştgiriyeke mezin ji bo YPJ'ê heye. Di çaroveya vê piştgiriyê de, Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan li Rojava di 26'ê vê mehê de bi daxuyaniyekê kampanyaya "Piştgiriya Yekîneyên Parastina Jin a YPJ'ê " da destpêkirin û daxwaza beşdariya wê di sazûmeniya Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê de kir.
Li ser kampanya piştgiriya ji bo YPJ'ê berdevka YPJ'ê Ruksen Mihemed ji ajansa me re axivî.
Ruksen Mihemed di destpêka axaftina xwe de destkeftiyên ku ji aliyê YPJ'ê ve hatine bidestxistin anî ziman û got: " YPJ ne tenê di salên dawî de destkeftî bi dest xistine. Bi avabûna YPJ'ê re meşa ber bi azadiyê dest pê kir. Di nava civakê de jin rastî gelek neheqiyan hatibûn û ji jiyanê hatibûn qutkirin. Bi şoreşa Rojava re bi felsefe û zanabûn jinan rêxistinên saziyên xwe ava kirin û rêxistina xwe xurt kirin. Ew xebat ji bo jinên herêmê destkeftiyek berbiçav bû. Mîrasek jinan a ku ji pêşengên tevgera azadiyê hatibû avakirin hebû. Bi taybet di wê demê de jinan xwe di aliyê leşkerî de gelek pêş xistin. Bi şoreşê re jin bûn pêşengê pergala demokratîk. Her saziyek ku jin tê de cîh digre destkeftiya tekoşîna jinan e. Ji ber ku ked, têkoşûn û xebat ya jinan bû. YPJ dema hat avakirin li ser pîvanên civaka ahlaqî û polîtîk ava bû. YPJ ne tenê yekîneyek leşkerî ye, ew ji bo nasnameya jinan, hebûn û azadiya jinan têkoşînê dide. Di nava civakê de wisa li jinan dihat meyzekirin ku jinek nikare di qada leşkerî de cîh bigire. Lê YPJ'ê ew nerîn berovajî kir. Di nava YPJ'ê de jî carek din hat nîşandan ku rola jinan hem di aşitî û hem jî di şer de gelek girîng e. Jin di nava şer de pîvanên xwe yê ehlaqî diparêzin. YPJ'e bi hebûna xwe nasnameya jinan parast û ew destkeftiyek mezin e."
'Ji bo îrade û mafê hemû jinan ev pêngav hatiye destpêkirin'
Ruksen Mihemed ji bo kampanya piştgiriya YPJ'ê jî diyar kir ku pêngavek gelek girîng e û wiha anî ziman: " Sazî û rêxistinên jinan ku ji bo YPJ'ê kampanya piştgiriyê daNe destpêkirin ev helwesta wan gelek bi nirxe. Ew piştgirî ji bo hemû jinan e. Ew pêngav ji bo nasname û hebûna jinan bê qebûl kirin hatiye destpêkiirin. YPJ ne tenê di warê leşkerî de destkeftî bi dest xistine .YPJ'e di warê civak û hebûna jinan de guhertin çêkir. Em wekî YPJ'e di nava civaka xwe û ya herêmê de tên qebulkirin. Yên nirxên wê civakê parastin şervan û ewladên wî gelî ne. Em ji milê xwe we tên qebûlkirin ew ji bo me nirxekî gelekî mezin e. Ji bo YPJ'e di Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê de bê qebûl kirin em têkoşîn û ew mafê me yê rewa ye. Divê di destura Sûriyeyê de YPJ bê naskirin. Têkoşîna bi salan a YPJ'ê divê bê naskirin. Ji ber wê jî ew pêngav pêgava ji bo azadiya jinan e. Ji bo îrade û mafê hemû jinan ev pêngav hatiye destpêkirin. Em bahsa Sûriyek nû dikin divê di nava wê de mafê jinan hebe."
'Divê di warê qanunî û siyasî de maf û îradeya jinan bê qebûl kirin'
Ruksen Mihemed anî ziman ku divê di destura nû ya Suriyeyê de mafê jinan hebe û wiha got: " Dema ku em dibêjin divê YPJ were qebûlkirin, di heman demê de em dibêjin divê di Destûra Bingehîn a Sûriyeyê de mafê jinan bê parastin, divê di warê qanunî û siyasî de maf û îradeya jinan bê qebûlkirin. Ji bo vê jî divê wekî jin em têkoşînek hîn berfirehtir bidin meşandin ku ev maf û keda bi salan a jinan were mîsogerkirin. Ew mafê jinan yê rewa ye. Yên ku pêşengtiya şoreşê kirin jin bûn, ew di heman demê de pêşengtiya avakirina Sûriyeya ya nû jî dikin. Têkoşîn û keda jjinan a ku bi salan tê dayîn em bi awayekî qanûnî di nava dstura Sûriyeyê de daxwaz dikin ku bê naskirin. Em ê wekî YPJ'e û tevahî sazî û rêxistinên jinan bi yek deng û helwestî wê kampanyayê bidin meşandin. Naskirina YPJ'ê naskirina doza jinan e. Sazî û rêxistinên jinan dibêjin YPJ hebûna me ye û YPJ jî îradeya jinan temsîl dike."
'Ji bo qebûl kirina YPJ'ê wê têkoşîna me dewam bike'
Ruksen Mihemed diyar kir ku wê YPJ têkoşîna xwe bê rawestan bimeşîne û wiha dirêjî dayê: " YPJ'a ku di nava gelê xwe de tê qebûlkirin, di heman demê de di nava gelê Sûriyeyê de, jinên Rojhilata Navîn û Cîhanê de jî tê qebûlkirin. YPJ ne tenê hezeke leşkerî ye, di demên xwe de parastina mirovahiyê kir. YPJ şerê ku li dijî DAÎŞ'ê da meşandin ne tenê herêm di heman demê de mirovahî parast. Me wek YPJ'ê pîvanên azadiya jinan parast. YPJ'ê bi xwe re sîstemek ava kir, çanda ku hemû rengê jinê derdixe holê da ava kirin. Emê têkoşîna xwe bi parastina destkeftiyên xwe ve berdewam bikin. ji bo naskirina YPJ'ê têkoşîna me heye û wê berdewam bike. YPJ'ê ne tenê Rojavayê Kurdistanê parast di heman demê de axa Sûrî û mirovahî parast. Têkoşîna em didin meşandin jî ji bo hemû jinan û Sûrî ye. "
'Ji bo parastina deskeftiyên şoreşê çalakî dê bidomin'
Ruksen Mihemed anî ziman ku wê pêngava piştgiriya YPJ'ê berfireh bibe û wiha got: " Ji bo pêngava piştgiriyê gelek bernameyên cihereng hene ku dê bên lidarxistin. Bi gelek rê û rêbazan di warê hiquqî û siyasî de dikare ew pêgav encamek girîng bide. Hemû jinên ku piştgiriya Şoreşa Rojava dikin divê ku bibin dengê me. Ji ber ku Şoreşa Rojava bû mînak ji cîhanê re. Ji bo parastina wê şoreşê û parastina deskeftiyên şoreşê wê gelek çalakî bên lidarxistin. Ji bo parastina nasnameya jinan her dengekî jinan ji bo me girîng e. Eger hebûna jinan û nasnameya jinan di destura nû ya Sûrieyê de neyê qebûl kirin ev tê wateya îradeya jinan tune hesibandine. Ji ber ber wê jî wê têkoşîna jinan berfireh bibe."
'Eleqeyek mezin ji pêngavê re heye'
Ruksen Mihemed anî ziman ku bi destpêkirina pêngavê re gelek têkilî bi YPJ'ê re hatine danîn û wiha anî ziman: " Di rojên destpêkê de gelek têkilî bi me re, ji aliyê gelek kesayet û aktivîstên ji Rojhilata Navîn û Cîhanê hatine danîn û nameyê piştevaniyê ji me re hatine şandin. Em bi hêvîne ku ev têkoşîn erênî bi encam bibe. "
'Ji bo nasnameya jinan divê her kes seferber bibe'
Ruksen Mihemed diyar kir ku divê hemû jin di nava wê têkoşîna nasname û hebûna jinan de cîh bigre û wiha bi dawî kir: " Bang û daxwaza me ew e ku her kes ji bo maf û nasnameya jinan seferber bibe. Her dengek ji jinan dikare serkeftina wê hemleyê bi xwe re bîne. Daxwaza me ji her kesî heye ku nasname û hebûna jinan biparêzin. Her kes dikare di wê pêngavê de rolek mezin bileyze. "








