Ber bi 1’ê Gulanê ve: Têkoşîna me ji bo aboriyeke azad e
- 09:06 30 Nîsan 2026
- Ked/Aborî
Buşra Turan
ÎDIR - Naîme Sîncî 30 sal in û Kardelen Koroglu jî 11 sal in li Îdirê esnaftiyê dikin bal kişandin ser têkoşîna aboriyeke azad û gotin: "Mirov bi qezenca xwe azad e."
1’ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran wek rojeke ku bi mîlyonan kes daxwaza şert û mercên jiyaneke mirovane, adîlane û bi ewle dikin, pêşwazî dikin. Lê li Tirkiyeyê ji bo jinên kedkar ev daxwaz ji ber krîza aborî, lêçûnên zêde roj bi roj zehmetir dibin. Li gorî daneyên TUÎK’ê yên sala 2024’an rêjeya tevlibûna jinan a hêza kar ji sedî 36 e. Esnafên biçûk yên jin bi pirsgirêkên ewlehiya civakî û bacê re tên rû hev. Raporê Wezareta Elwehiya Xebat û Civakî, nîşan dide ku jinên xwedî kargerî ji sedî 60’ê wan zêdetir ji ber krîza aborî kargerî ya girtine yan jî bi rîska girtinê re hatine rû hev.
Naîme Sîncî ya ku 30 sale li Îdirê esnafiyê dike û Kardelen Koroglu ya ku 11 sale esnafiyê dike, ber bi 1’ê Gulanê ji ajansa me re axivîn.
‘Mirov bi qezenca xwe azad e’
Naîmze Sîncî ku mexazeya wê ya cil û bergan heye da zanî ku bi salane esnafiyê dike û jin di jiyana kar de zehmetiyên mezin dikşînin. Naîmze Sîncî balkişand ser azadiya aboriyê û wiha got: “Ji 1994’an heta niha esnafiyê dikim. Berê atolyeya me ya tekstîlê hebû. Piştre ji ber pirsgirêkên aborî me girt. 20 sale jî vî karî dikim. Sibehê zû radibim têm vir. Ji bo jinekê zehmete. Tevî hemû zehmetiyan karê xwe dikim. Rewşa aboriyê hûn dizanin. Em esnafên biçûk di zor û zehmetiyê de bin jî em neçarin berxwe bidin. Ji bo jinekê azadiya aboriyê pir girîng e. Dema mirov bi qezenca xwe tiştekî bikin mirov azad in.”
‘Ez hewl didim keda xwe derxim asta jor’
Kardelan Koroglu jî ku di 2009’an de dest bi kuafuroyê dike, bi navenda xweşikbûnê didomîne. Kardelen Koroglu balkişand ser zor û zehmetiyên jiyana kar a ji bo jinan û wiha vegot: “11 sale karê xwe didomînin. Ez wek navenda bûkanî, por, turbanê navenda xwe didomînim. Zor û zehmetî pri zêde ne. Li erdnîgariya me rewşa jinê hîn bêtir zehmete. Ji bo jinên kedkar hîn bêtir zehmete. Min dest bi qursê kir û heta niha li cem tu kesî nexebitîm. Min cihê kar ji xw ere vekir. Ya ez dam zorê malbat bû. Ger min cihê kar venekiriba malbatê nedihişt ez bixebitim. Ez gav bi gav pêş ketim. Ez dixwazim keda xwe derxim asta jor.”
‘Divê jin li her qadê bin’
Kardelen Korgolu balkişand ser krîza aborî û got divê jin di sektorên cuda de cih bigirin û got: “Bac, qedexe û pêkanînên wek vê jinan zêdetir asteng dike. Min ev fêmkiriye, divê êdî jin di sektorên ceyran, dekorasyon û yên din de jî cih bigirin. Divê jin hûnerê fêr bibin. Di mijara fêrbûna pîşeyê de divê jin xwe pêş bixînin. Mê ji bo jin nexebitin û pere qezenc nekirin hewl didin. Divê jin li dijî van pêkanîna serî netewînin.”








