ROJEVA 16'Ê GULANA 2026'AN
- 09:00 16 Gulan 2026
- Rojev
* Şengul Topçu, ku 17 salan bi rêvebirina nanpêjxaneyekê serxwebûna xwe ya aborî ava kiriye, bal kişand ser enflasyona bilind, qezenca kêm û zextên navxweyî yên li ser jinan û got, "Divê jin hêza xwe nîşan bidin û bêyî ku hewcedariya wan bi kesî hebe, li ser lingên xwe bisekinin." DÎMEN HEYE
* Dayika Aştiyê Afîfe Kartal a li Enqereyê di hevdîtinên bi partiyê siyasî re cih girt wiha got: “Em ji bo aştî û wekheviyê çûn Enqereyê. Me got destê aştiyê dirêj bikin. Wan jî got em destê we vala naşînin. Em naxwazin xwîn birêje. Divê em dayikên leşker, gerîla û polîsan bên gel hev. Ku der dibe bila bibe em ji bo aştiyê amade ne.” BI DÎMEN
* Zînê Tumen ku di komkujiya Çiyayê Bêzar ku bîrina 32 salan a Semsûrê ye, de kurê wê Îsmaîl Tumen jiyana xe ji dest da wiha got: “Ji ber madeyên kîmyewî û barutê bedena wan nedihat naskirin.” DÎMEN HEYE
*Di lêpirsîna Gulîstan Doku de îfadeyên gumanbaran nîşan dide ku bi mehan berê ji operasyonê agahdar bûne û bi amadekarî tevgeriyane, delîl reş kirine.







