ROJEVA 23'YÊ GULANA 2026'AN
- 09:00 23 Gulan 2026
- Rojev
* Ji Akademiya Jineolojiyê Ezgî Çelîk da zanîn ku aştî ne tenê bêpevçûniye, bidawîkirina tundiyê ye jî û got jin di pêvajoyên aştiyê de ne tenê xwedî mafê gotinê ne, avakerên esas yên aştiyê ne. DÎMEN HEYE
* Hunermend Piya Colîne ku xebatên xwe di bin bana NÇM’ê de dimeşîne, berhema xwe ya ewil "Dor bi dor" derxist. Piya Colîne ku bi muzîka xwe bersiv da polîtîkayên sansur û asîmîlasyonê wiha got: “Jiyankirina çandê di destê me de ye. Hilberîna hunerî hebûne.” BI DÎMEN
*Alî Kiliç yê li Rihayê destdirêjiya sîstematîk li zarokê kir, dadgehê der barê wî de biryara beratê da. Her wiha dadgehê biryar da ku lêçûna vekaletê ya 65 hezarî ji xezîneyê bidin gumanbar.
*Ferîde Eralp got nakokiya herî mezin a di pêvajoyê de tê jiyîn di navbera pergala serdest a mêr û xeta azadiya jinê de tê jiyîn û got wê jin destûrê nedin pergala serdest. BI DÎMEN
*Jinên 19 roj in li dijî projeya JES’ê ya li navçeya Gimgimê tê xwestin bê pêkanîn, di nobetê de ne wiha gotin: “Tevî pêvajoya aştiyê li hember xwezayê şer dane destpêkirin. Ger çal bên vekirin, gel wê koçber bibe. Divê aştî bi gotinê nemîne, divê aştî ji bo hemû xwezayê bê. Xweza tune bibe em ê jî tune bibin. Divê em têkoşînê mezin bikin.” BI DÎMEN







