Li ser 'Jin û îslamê' hat axaftin
- 13:48 21 Hezîran 2026
- Rojane
AMED - Konferansa MÎA-FEDê di roja duyemîn de didome. Delegeya MÎA-FEDê Nesîbe Kaya bal kişand ser têkoşîna jinan û got: “Ji şehîda yekem a Îslamê Sumeyye bîn Habbâtê heya Dayîkên Aştiyê têkoşîn didome.”
Federasyona Lêkolînên Îslamî ya Mezopotamyayê (MÎA-FED) bi dirûşma “Îslama Demokratîk: Di baweriyê de dilsozî di civakê de azadî” li Eywana Alî Emîrî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê konferansa xwe ya mezin di sêyemîn di roja duyemîn de didome. Meclîsa dayîkên aştiyê, endam û rêveberên partiyên siyasî, aktîvîstên TJAyê, nûnerên saziyên sivîl, rêveber û endamên MÎA-FEDê û gelek kes tev li konferansê bûn. Rûniştina sêyem bi moderatoriya Rumeysa Gulmez dest pê kir. Mijarên “Di Îslamê de jin”, “Di Îslamê de rola jinê ya civakî” û ruhê berxwedanê”û “Ol û Ziman” hatin nîqaşkirin.
Rajaa Hamîd li ser “Di Îslamê de jin”, delegeya MÎA-FEDê Nesîbe Kaya“Di Îslamê de rola jînê û rehê berxwedanê”, Mele Seyfettîn Tunç jî li ser mijara “Ol û Ziman” rawestiyan û nirxandin kirin.
‘Qur’an paratin û mafê jinan mîsoger dike’
Rajaa Hamîd anî ziman ku meseleya jinê ji ber rol û berpirsyariyên civakî mijareke girîng e û wiha got: “Îslam di serdemeke weha de hat ku jinê tê de gelek zehmetî dikişand. Di wê serdemê de îmkanên weha pêşkêşî jinê kirin ku ne dihatin xeyalkirin. Îslam di mijara jinê de şoreşeke ferasetê ya bingehîn pêk aniye, sozên edalet û wekheviyê daye. Qur’anê nûnertiya mafên jinê kiriye. Jin di serdemên destpêkê yên Îslamê de jinan bixwe beşdarî perwerdeyê bûne, û xizmeta zanistê kirine Qur’ana Pîroz qebûl dike ku jin xwedî milkbûna serbixwe ye. Îslamê parastina jinê û mafên wê mîsoger kiriye. Divê Qur’an û cihê jinê rast were fêmkirin û.”
‘Şêhîda ewil a îslamê Sumeyye bin Habbât e’
Delegeya MÎA-FEDê Nesîbe Kaya diyar kir ku gotina ‘Jin heke xwarinê çêbike, li malê binêre dê biçe bihûştê’ rast nîn e û got: “Rastiya İslama resen a Medineyê derxist holê ku rastî ne ev e. Di ayet û hadîsan de nayê xwestin ku jin di nava civakê de bin. Yekem şêhîda îslamê Jineke bi rojan îşkence ditiye Sumeyye bint Habbât e. Xwedî maleke mezin û dewlemend nebu, jineke kole û tu car dev doza xwe berneda û bu yekem şehîda Îslamê û di Îslamê de jin beriya mêr bû şehîd. Jin bi ilm û zanyarîya xwe jî têkoşin kiriye.”
‘Ji Sumeyye bînt Habbâtê heya Dayîkên Aştiyê têkoşîn didome’
Nesîbe Kaya di berdewama axaftina diyar kir ku jin di îslamê de xwedî irade ye, tu kes nikare îdareya jinê bişkîne û got: “Jinên îro li Afganîstanê li hemberî bîrdoziyên ser navê olê li ber xwe didin. Jinên me yên leheng gelek in mînaka herî baş Leyla Qasime e. Wê jî dizanî dê were darvekirin û kuştin lê belê ew ji bo doz û rumeta xwe şehîd ket. Me di şexsê Jîna Amînî de dît ku ‘Jin Jiyan Azadî’ li hemû top û tangên wan mezintir e. Ji dîrokê ve heya îro em bi wan jinên tekoşer serbilind in. Ji Sumeyye bînt Habbât heya dayîkên aştiyê ev têkoşîn berdewam e, em rêzdarin ber vê tekoşîna dayîkên xwe.”
‘Ol bi rêya ziman xwe dighîne gel’
Hevserokê MÎA-FEDê Dr. Abdullah Sagir bal kişand ser têkiliya ziman û olê û got: ” Ji bo belavbûna peyamên Xwedê, divê an zimanê hemû cîhanê bibe Erebî ku ev ne rast e, an jî divê Qur’an ji bo hemû zimanên cîhanê were wergerandin. Yek ji van zimanan jî divê Kurdî be. Divê hurmet ji bo hemû zimanan hebe. Ji îro pê de, em hemû peyamên xwe bi zimanê gelê xwe bînin cih. Zimanê dayikê ji bo me nîmetek e mezin e. Îro ev wezîfe ket ser milê me. Bi zarok û neviyên xwe re bi kurdî biaxivin. Ol û ziman bi hev ve girêdayî ne. Ol, peyama xwe bi rêya ziman dighîne gel.”
Piştî beşa pirs û bersivan rûniştina beriya nîvro bi dawî bû. Konferans dê bi rûniştina piştî nîvro bi dawî bibe.








