Rêvebera Kampa Roj: Bila dewlet werin welatiyên xwe bibin

  • 09:03 23 Hezîran 2026
  • Rojane
Jiyan Gencan
 
DÊRIK - Li kampa Roj ku ji 50 welatan malbatên DAÎŞ'ê hatine bicihkirin, xeteriya DAÎŞ'ê hîn jî dewam dike. Rêvebera Kampa Roj Hikmiya Îbrahîm anî ziman ku jin û zarok li ser zîhniyeta DAÎŞ'ê tên rêxisitnkirin û got, "Divê welatên derve werin welatiyên xwe bibin ku ev xeterî ji holê rabe."
 
Kompa Roj a li rojhilatê Dêrikê , di sala 2015'an de li Rojavayê Kurdistanê nêzî sînorê Iraqê hat avakirin. Armanca avakirina kampa Roj ew bû ku penaberên Iraqî yên ji ber DAÎŞ'ê ji cih û warên xwe reviyabûn li kampê bi cih bibin. Lê di sala 2017'an de li vê kampê jin û zarokên DAÎŞ'ê hatin bicîhkirin. Li vê kampê niha zêdetirî 2 hezar û 500  kesên ji malbatên DAÎŞ'ê hene. Ji sedî 60 kesên ku li kampê dimînin zarok in. Kampa ku tenê divê  2 û 500- kes lê bi cih bin niha nêzî 3 hezar kes lê dimînin. 
 
Rêvebriya Kampa Roj Hikmiya Îbrahîm li ser rewşa dawî ya Kampa Roj ji ajansa me re axivî.
 
Hikmiya Îbrahîm di destpêka axaftinê xwe de bahsa hejmarên li kampê kir û got: " 15 malbatên Iraqî ku ji 2015 an de ji ber şerê DAÎŞ'ê ji Iraqê koçber bûne li vê kampê dimînin. Zêdetirî 500 malbatî hebûn lê pîştî şer rawestiya ew malbat vegeriyan Iraqê. Hejmara giştî ya van 15 malbatan  72 kes in. Malbatek ji bajarêSûriye yêTil Hemîsê ye ew jî li kampê man e, naxwazin ji kampê derkevin. 750 ji malbatên ku ji welatên cuda ne li kampê ne hejmara wan 2. hezar û 350 ye. Li vê kampê Hezar û 600 zarok hene. Hejmara herî zêde yên ji welatên derve ji Rusyayê ne."
 
'Zarokan bi keviran êrîşî hêzên ewlekariyê kir'
 
Hikmiya Îbrahîm rewşa ewlehaiya kampê jî nirxand û diyar kir ku pîştî şerê dawî li herêmê gelek pirsgirêk ji aliyê jinên çetya DAÎŞ'ê ve derketin û got: " Kamp di bin konturolê de ye, lê pîştî şerê ku li herêmê qewimî tesîra xwe li kampê û ewlehiya wê jî kir. Ji ber ku gîştî malbatên DAÎŞ'ê ji rewşa heyî re kêfxweş bûn û pirsgirêk derxistin. Rewşa ku li herêmê diqewimî ji xwe re wekî hêzekê didîtin. Heviya ku wê DAÎŞ were wan xisal bike û wê ew derkevin derve dikirin. Uslubên wan li hemberî ewlekariya hindir hişk bû. Zarokên wan êrîşî endamên ewlekariyê dikirin, kevir davêtin kên di  ewlekariyê de. Berê pirsgirêkên wiha dernediketin lê pîştî şerê dawî êdî jinên çeteyê DAÎŞÊ û zarokên wan pisgirêk derdixistin. Jin zarokên xwe bi zîhniyeta cîhadîst perwerde dikin û li hemberî me sor dikin. Lê bi gîştî di kampê de rewşa ewlehiyê başe, ewlehî di bin konturolê de ye. "
 
'Malbat zarokan li gorî hişmendiya DAIŞ'ê perwerde dikin'
 
Hikmiya Îbrahîm derbarê rewşa perwerdeya ji bo jin û zarokên DAÎŞ'ê ku li kampê ne jî wiha bahs kir: " 15 malbatên Iraqî û malbatek Sûriyeyî li kampê penaberin. Yên ji dervî wan hemû malbatên DAIŞ'ê ne. Ji bo van malbatan û zarokan rêxistinên derve li kampê hene ku wan perwerde dikin.  Li kampê 2 dibistan hene. Malbatên DAIŞ'ê zarokên xwe  naşînin dibistanan, ji ber ku di nava xwe de xwe rêxistin dikin û li malên xwe li ser hişmendiya DAIŞ'ê tên rêxistin kirin. Ev malbat di nava xwe de saetan diyar dikin û wan perwerde dikin. Ev malbat zarokên xwe kêm dijînin perwerdeyên din."
 
Hikmiya Îbrahîm anî ziman ku zarok ji daran çekan çêdikin û xwe fêrî bikaranîna çekan dikin. Fikriya Îbrahîm wiha dirêjî dayê: " Hêzên ewlehiyê yên li kampê di nava kampê de lêgerin kirin, di lêgerînê de gelek çekên ku bi daran hatine çêkirin dîtin. Di heman demê de bi hesinan şûr çêkirine û gelek wêne hatin dîtin ku zarok bi wan çekên ji dar û hesinan hatine perwerdekirin. Pîştî şerê ku li herêmê qewimî di kampa Roj de tiştên wiha tên dîtin. "
 
'Em bang li hemû dewletan dikin ku werin welatiyên xwe bibin'
 
Hikmiya Îbrahîm di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku divê her dewlet were welatiyên xwe ji kampê bibe û wiha dawî li axaftinên xwe anî: " Banga me ji hemû dewletên ku welatiyên wan di kampê de ne re ye û divê dewlet werin welatiyên xwe bibin. Ji sala 2017 ve ew malbat di kampê de ne. Berê jî me gelek hewldan kir ku her dewletek were welatiyên xwe bibe. Bi taybet dewletên ereb kesek nayê malbatên xwe welatiyên xwe nagrin. Zarokên ku li kampê ne mezin dibe. Di heman demê de heta ku ew  malbat û zarok bi komî li vir bin wê ji zîhniyeta DAÎŞ'ê qut nebin. Heta ku ew kesên li kampê venegerin welatê xwe ew fikir ji serê wan dernakeve.  Em bang li hemû dewletan dikin ku werin welatiyên xwe bibin."