Li Zarokistananê qeydan dest pê kir!
- 13:15 4 Tebax 2026
- Rojane
AMED - Krêş û Mala Nihêrtinê ya Zarokistana Perperike û Xalxalok û Odeyên Lîstikê yên Zarokistanan, ku ji aliyê Şaredariya Peyasê ve tên birêvebirin, ji bo sala nû ya xwendinê ya 2026-2027an deriyên xwe ji zarokan re vedikin. Pêvajoya qeydkirinê, ku ji bo zarokên 3-6 salî hatiye veqetandin, dê heta 11ê Tebaxê berdewam bike.
Krêş û Mala Nihêrtinê ya Zarokistana Perperike û Xalxalok û Odeyên Lîstikê yên Zarokistanan, di bin banê Gerînendetiya Ciwan û Karên Çandî de xebatên xwe bi rê ve dibin. Navendên Zarokistanan ku amadekariyên xwe ji bo sala nû ya xwendinê temam kirine, li ser bingeha nêzîkatiyeke perwerdehiya pirzimanî armanc dikin ku di temenekî zû de zarokan bi zimanên cuda bidin nasîn û piştgiriyê bidin pêşketina wan.
Perwerde û jiyana civakî bi hev re
Li navendên ku perwerdehiya pêşdibistanê ji bo zarokên 3-6 salî pêşkêş dikin, ji bo pêşketina takekesî û civakî ya zarokan gelek derfet tên pêşkêşkirin. Zarok dê beşdarî atolyeyên şano, muzîk, hunerê û gelek şaxên din bibin da ku pêşketina wan a civakî û çandî zêdetir bibe. Her wiha zarok dê li van navendên lênihêrîna rojane di bin çavdêriya perwerdekarên pispor de bin. Navendên Zarokistanan dê her roja hefteyê ji saet 08:00ê heta 17:00ê vekirî bin.
Hûrgiliyên serlêdanê
Serlêdanên ji bo serdema nû bi rêya malpera fermî ya Şaredariyê bi awayekî serhêl (online) tên qebûlkirin. Hûrgiliyên kotayê ji bo Krêş û Mala Nihêrtinê ya Zarokistana Perperike û Xalxalok 50 kesên esasî û 50 kes jî yedek in. Ji bo Odeyên Lîstikê yên Zarokistanan jî 100 kesên esasî û 100 kes jî yedek in.
11'ê Tebaxê roja dawîn e!
Serlêdan îro (4ê Tebaxê) dest pê kirin û dê di 11ê Tebaxê de bi dawî bibin. Dê û bav dikarin di dema diyarkirî de bi rêya lînkên li jêr serlêdanên zarokên xwe bikin:







