Dê ji bo pakrewanên azadiyê li gelek bajaran bîranîn bê lidarxistin

  • 15:18 7 Îlon 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Sibê li bajarên cuda, ji bo kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, dê bernameyên bibîranînê bên lidarxistin.
 
Bi pêşengiya Komeleya Alîkarî, Piştevanî, Yekîtî û Çandê ya Malbatên ku Xizmên xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine (MEBYA-DER), dê li Colemêrg, Semsûr, Îdir û Îzmîrê ji bo gerîlayên HPG û YJA-STAR'ê yên ku di dem û li cihên cuda di têkoşînê de jiyana xwe ji dest dane bibîranîn dê bên lidarxistin.
 
Colemêrg
 
Li Colemêrgê, li Salona Dawetê ya Dogu Plasê, dê ji bo 31 gerîlayên HPG û YJA-STAR'ê bernameyeke bibîranînê were organîzekirin. Her wiha li navçeya Çelê jî, dê li TaxaHesênka kesên ku jiyana xwe ji dest dane bên bibîranîn. Ev bîranî, ku bi pêşengiya MEBYA-DER'ê tê lidarxistin, dê sibê saet di 09:00'an de dest pê bikin.
 
Bibîranîn dê du rojan bidome
 
Îdir
 
Li Îdirê çalakiya bibîranînê  bi pêşengiya MEBYA-DER'ê, dê sibê saet di 09:00'an de dest pê bike.
 
Bibîranîn dê sê rojan bidome.
 
Îzmîr
 
Çalakiyeke bibîranînê jî li Îzmîrê ku bi pêşengiya MEBYA-DER'ê tê organîzekirin, dê sibê saet di 11:00'an de dest pê bike.
 
Bibîranîn dê sê rojan bidome.
 
Li Semsûrê jî bîranîn
 
LiSemsûrê, bi pêşengiya MEBYA-DER'ê, ji bo kesên ku di demên cûda û li herêmên cûda de di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, çalakiyeke bibîranînê ya sê-rojî dê were lidarxistin. Ev bîranîna ku dê di 8'ê Îlonê de dest pê bike, dê li Mala Şînê ya Merinosê ya li Taxa Karapinarê ya navenda bajêr pêk were.
 
Di 10'ê Îlonê de, dê Mewlûdeke girseyî bê danîn û merasîmeke bibîranînê ya girseyî were lidarxistin..