Di bernameyên bîranînê bang: Divê Abdullah Ocalan azad be
- 16:50 9 Îlon 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Bernameyên bibîranînê yên ji bo kesên ku di têkoşîna azadiya Kurd de jiyana xwe ji dest dane, hatine destpêkirin berdewam dikin. Di serdanan de banga divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad be hat kirin.
Li Êlihê, ji bo kesên ku di dem û cihên cuda de di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dabûn, merasîmên bîranînê tên lidarxistin. Çalakiya ku bi pêşengiya Komeleya Alîkarî, Piştevanî, Yekîtî û Çandê ya ji bo Malbatên ku li Dergûşa Şaristaniyêm Xizmên xwe Winda Kirine (MEBYA-DER) li Mala Şînê ya 19'ê Gulanê hat organîzekirin, bi beşdariya berfireh a gel di roja xwe ya duyemîn de berdewam kir.
Welatiyên ku ji bo rêzgirtina li bîranîna kesên di têkoşîna azadiya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dan hatibûn cem hev, bal kişandin ser pêwîstiya avêtina gavên şênber ji bo pêşvebirina pêvajoyê û ev peyam dan: "Bila êdî ne dayikên leşkeran û ne jî dayikên gerîlayan bigirîn. Em ji bo hemûyan xemgîn in; dilê me ji bo her yekî ji wan dişewite. Em dixwazin ku ev şehîd bibin yên dawî."
Colemêrg
Bîranîna şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê yên ku di dem û dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane, ya li Eywana Dogu Palacê ya navenda Colemêrgê hatibû danîn, bi dawî bû. Di roja dawî ya bîranînê de Mevlûd û dia hatin xwendin, dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.
Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir di bîranînê de sersaxî ji malbatên şehîdan xwest û anî ziman ku aniha li her derê bakurê Kurdistanê bîranîna şehîdan hatiye danîn. Keskîn Bayindir di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Em minetê têkoşîna van şehîdan û Rêber Apo ne. Ev têkoşîna azadiya Kurdistanê bi egîd û lehengan li ser xwedî nirxan û bi milyonan ber bi azadiyê ve diçe. Ev têkoşîn û serhildan ya 29an bû. 28 caran Kurdan li Amedê, Colemêrgê, Mêrdînê têkoşîn ceriband lê negihişt armanca xwe. Em bi tevahî gelê xwe bibawerin ku ev têkoşîna xwedî 29 hezar cangoriyan bi pêşengiya rebêrê rêberan Abdullah Ocalan wê bigihije armanca xwe. Heta em azadiyê bidest nexin em ê her li ser rêça şehîdan û Rêber APO bimeşin û em ê bibawer bin.”
‘Ji ber keda şehîdan muzakere tên meşandin’
Parlementerê DEM Partiyê yê Colemêrgê Vezîr Coşkûn Parlak di bîranînê de axivî û anî ziman ku ev 200 sal in li ser neteweya Kurd zilm hate meşandin. Vezîr Coşkûn Parlak diyar kir ku ji ber zilm û zordariyê Kurdan gelek caran serî hilda lê têkoşîna wan negihişt encamekê. Vezîr Coşkûn Parlak axaftina xwe de bal kişand ser muzakereyên tên meşandin û got: “Ji ber keda şehîdan û têkoşîna Rêber APO îro muzakere tên meşandin. Em ê vê têkoşînê bilind bikin, daxwaz û xeyalên wan şehîdan pêk bînin.”
Piştî axaftinan sînevîzyona li ser jiyana şêhîdan hate temaşe kirin. Bîranîna şehîdan bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” bi dawî bû.
Aydin
Li Aydinê li navçeyên Efeler, Soke, Koşk û Germencikê ji bo kesên ku di têkoşîna Azadiya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane bernameyên bîranînê hatin lidarxistin.
Manîsa
Di roja duyemîn a bernameya bîranînê ya ku li taxa Yilmazlar a ser bi navçeya Salîhlî ya Manîsayê ji bo kesên têkoşîna azadiya Kurdistanê ku di serdemên borî de jiyana xwe ji dest dane mewlûda Kurdî hate xwendin.
Di bîranînê de Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Ferît Şenyaşar, Hevserokên DEM Partiyê yên Bajarê Manîsayê Kerem Taylan û Evîn Gunsel, endamên MEBYA-DER, YAK-DER û Înîsiyatîfa Dayikên Aşitiyê cih girtin.







