DAIŞ’ê êrîşê Kobanê kir, bi berxwedanê êrîş hatin çewisandin
- 09:04 14 Îlon 2026
- Rojane
Gulistan Gulmuş
RIHA - Rojnameger Dîjle Ehmed da zanîn ku DAIŞ’ê di 15’ê Îlona 2014’an de li dijî Kobanê êrîş daye destpêkirin û li dijî vê di têkoşîna li dijî vê hatiye destpêkirin de jinan di eniya pêş de li berxwe dane û got: “Bi rihê hevalatiyê serkeftin pêk anîn. Li her malê şehîdek heye. Gelê Kobanê ji ber vê têkoşînê didomîne.”
Çeteyên DAIŞ’ê di 15’ê Îlona 2014’an de li hember Kobanê êrîş da destpêkirin. Gund yek bi yek hedef hatin girtin û bi hezaran kesî axa xwe terk kir û sînor derbas kirin. DAIŞ’ê Kobanê kir bin kontrola xwe û armanca wan ev e ku kantonên Rojava ji hev qut bike û li herêmê serdestiya xwe berfireh bike. Parastina bajar ji aliyê şervanên YPG û YPJ’ê ve hat kirin. Bi mezinbûna êrîşan re Kobanê ket rojeva hemû cîhanê. Li Tirkiyeyê bi hezaran kes ber bi xeta Pirsûs û Murşîtpinarê ve herikî û piştevaniya xwe ya bi Kobanê re nîşan dan. Hinekan xwestin sînor derbas bikin û tevli parastinê bikin. Li ser xeta sînor bi rojan çalakî, nobet û berxwedan hat nîşandan. Têkoşîna ku 134 rojan berdewam kir bi pêşengiya jinan bi serkeftinê encam bû. Kobanê ji çeteyan hat paqijkirin û hat azadkirin.
Rojnameger Dîcle Ehmed der barê berxwedana ku ji 15’ê Îlona 2014’an dest pêkir heta 26’ê Çileyê ya 2015’an berdewam kir ji ajansa me re axivî.
‘Çalakiya Peyman Kobanê û hevalan xeyalê dagirkirinê vala derxist’
Dîcle Ehmed der barê êrîşên li hember Kobanê ku çawa û ji bo çi dest pêkiriye de axivî û got: “Ewil Şengal, piştre êrîşê Mûsûlê kirin. Di şevekê de Mûsûl girtin. DAIŞ û tugayên rejîma Baasê bi çekên giran yên ji wir girtin xwe amade kiribûn. Ji deriyên Tirkiye, Girê Spî û Cerablusê derbas bibûn. Di belgeyên bêrîkên wan de mohra Tirkiyeyê hebû. Di êrîşan de çeteyên Tirkiyeyê hebûn, jixwe digotin Kobanê li ber ketinê ye. Bi hezaran çeteyî bi çekên giran di 15’ê Îlonê de ji rojavayê Kobanê destpêkirin û bi rojhilatê Kobanê berdewam kirin. Plana wan ev e ku nav 4-5 rojan de bigihêjin navenda Kobanê. Lê di 16’ê Îlonê de di dibistanan Serzurî de ev êrîş hatin şikandin. Şikestina ewil bi çalakiyên ku 11 fedayiyî kir, pêk hat. Bi 4 tankî dora dibistanê hatibû girtin. Lê Peyman Kobanê û hevalên xwe bi çalakiya xwe xeyalê dagirkirina Kobanê têk bir. Piştre Şehîd Zozan got em li Rojhlatê Kobanê li girê Dole yek çalakiya fedayî bikin ku nekevin Kobanê. Li wir Şehîd Zozan jiyana xwe ji dest da.”
‘Bi rihê hevaltiyê serkeftin pêk anîn’
Dîjle Ehmed di berdewamiya axaftina xwe de der barê roportaja ku bi Ebu Leyla re kiribû de jî axivî û got: “Piştî banga seferbreiya YPG û YPJ’ê me dît ku gerîla, ciwan, jin û kal û pîr çawa sînoran dibezînin. Gotin ‘Wê Kobanê bibe gora we’. Di rojên ewil yên şer de min bi şehîd fermandar Ebu Leyla re roportajek kiribû û di wê roportajê de gotibû ‘wê Kobanê bibe gora DAIŞ’ê’ û ev gotin bi rastî hatin cih. Bi rihê hevaltiyê serkeftin pêk anîn. Şikestina duyemîn a DAIŞ’ê li deriyê Murşîtpinarê pêk hat. Di 29’ê Îlonê de DAIŞ’ê xwest ji deriyê Murşîtpinarê bikeve navendê û li vir çalakiyên fedayî pêk hatin û ev armanca wan vala hat derxistin. Gotin wê nimêja cejnê li Kobanê bikin lê Arîn Mîrkan li girê Miştenûrê çalakiya fedayî pêk anî û ev vala derxist.”
‘Li her malekê şehîdek heye’
Dîcle Ehmed diyar kir ku çalakiyeke din ya ji bo Şoraşa Kobanê hatiye kirin, li Şêxmeqsût û Eşrefiyê di 6’ê Çileyê ya 2026’an de li dijî êrîşên hatiye destpêkirin hatiye kirin û got: “Çalakiyên fedayî heta niha berdewam kiriye. Li Şêxmeqsûd di şexsê Ziyad Heleb de ev rihê fedayî carek din derketiye holê û li Efînê jî di şexsê Şehîd Edest de derketiye holê. Li Girê Spî û Serêkaniyê van çalakiyan berdewam kiriye. Bi rihê Kobanê şervan li berxwe didin. Bi rojan li kolanan di sermayê de têkoşiyan. Li her malekê şehîdek heye. Ji ber vê gelê Kobanê têkoşîna xwe didomîne.”
‘Erebî ferz dikin û dixwazin zimanê me rabikin’
Dîcle Ehmed di dawiya xaftina xwe de da zanîn ku polîtîkayên înkar û dagirkirinê îro jî bi rêbazên taybet didomin û têkoşîna gelê Kurd a li dijî van rêbazan didome. Dîcle Ehmed wiha dawî lê anî: “ Wê demê xwestin Kobanê bi riyên leşkerî bigirin dest. Dixwazin navê Kobanê wek Eynel-Arab biguherînin. Dixwazin zimanê me rabikin û Erebî ferz bikn.YPJ’ê ji bo Kobanê li berxwe da. Gelek çalakiyên fedayî pêk anîn. DAIŞ’ê dema dengê YPJ’ê dibihîst ditirsiya. Tirsa dijmin didome. Lê hîna YPJ wek hêza leşkerî nehatiye qebûlkirin. Hikûmeta Sûriyeyê girtina artêşeke wek YPJ’ê wê şansek mezin bidest bixe. Lê mixabin hîna ev yek nehatiye kirin. Di vî alî de têkoşîn didome. Di pêvajoya dawî de gelek civîn tên kirin. Têkoşîna jinan didome.”







