Li Rojnameger Ayşegul Dogan cezayê girtîgehê birîn
- 17:41 7 Kanûn 2020
- Hiqûq
AMED - Li rojnameger û Koordinatora kanala ÎMC TV ku bi KHK'ê hat girtin Ayşegul Dogan bi îdiaya“ Enademtiya réxistişiné” 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê hat birîn.
Doza ku di derbarê Ayşegul Dogan de bi idaya beşdarbuna hevditinén di çarçoveya çalakiyén rojnamegeriyé de, beşdarbuna çalakiyén Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û bi îdaya “endamtiya rêxistin “ hatıbu vekirin iro li 9'emîn Dadgeha Cezayê Gıran a Amedé hat dîtin. Ayşegul Dogan beşdarî daneşînê nebû. Lê Parézerén wé Mehmet Emin Aktar û Emel Ataturk li daneşînê amade bûn.
Dozger ceza xwest
Meqamê idiayé mutalaya xwe ya di derheqé esasé de rave kır, bal kişand ser çalakiyén KCD'é û îda kir ku Ayşegul Dogan di Komisyona Meclsa Daîmî, Çand û Perwerdeyé ya KCD’é de cih girtî ye û bi idaya “endama réxıstıné ye” daxwaz kir ku Ayşegul bê cezakirin.
Parêzerên ku li dijî mutalayê parastin kirin diyar kirin ku muwekîla wan weke rojnameger tevli xebatên KCD'ê bûye, ne endama rêxistinê ye û daxwaza tehliyeya wê kirin..