Parêzer Îlke Işik:Em ê bi riyên hiqûqî têkoşîna xwe bidomînin
- 09:11 14 Tîrmeh 2021
- Hiqûq
ENQERE - Parêzer Îlke Işik da zanîn ku jinên der barê Peymana Stenbolê de serî li Dadgeha Bilind dabûn, bersiva wê di 1’ê Tîrmehê de hatiye dayîn û got ev ne tesaduf e û der barê qanûna hejmara 6284 jî got “Li vî welatî ‘sendîkaryên dibêjin dora qanûna 6284 ye’ hene.”
Peymana Stenbolê ku bi biryarnama serokomariyê di 20’ê Adarê de hat feshkirin di 1’ê Tîrmehê de ji meriyetê hat rakirin. Ligel parlamenterên jin ên partiyên muxalîf, bi sedan parêzerî serî li Dadgeha Bilind dabûn û daxwaz kiribûn ku biryara rakirina peymanê bê sekinandin.Dadgeha Bilind di 1’ê Tîrmehê de ji bo daxwaza sê kesan bersiv da û her sê jî red kir. Berxwedana jinan tevî her tiştî didome.
Parêzera Koma Parêzerên Hevdem û Azadîxwaz û endama Serokatiya Baroya Enqereyê parêzer Îlke Işik der barê peymanê de nirxandin kir.
‘Çima ji peymanê vekişiyan?’
Îlkeyê da zanîn sala borî gotinên rakirina peymanê hatine rojevê lê ji ber bertekên jinan desthilatdariyê şûnde gav avêtiye. Îlkeyê plana çalakiya serokomar Recep Tayyîp Erdogan ya di 1’ê Tîrmehê de aşkera kiriye bi bîr xist û got: “Li vî welatî şîdeta li ser jinan pirsgirêk e. Pirsgirêkên newekheviyê hene. Doza Elmali di bîra me hemûyan de ye û ev jî nîşan dide ku zarok pirsgirêkan dijîn. Em fêm nakin ku çima ji vê peymana ku wekheviya, jin, zarok û LGBT’iyan dixwazin, vedikişin.”
‘AKP’ê polîtîkayên newekheviyê girantir kir’
Îlkeyê bi lêv kir ku şîdeta li ser jinan her diçe giran dibe û sedema vê jî newekheviya zayenda civakî ye û ev tişt bi lêv kir: “AKP’ê bi israr polîtîkayên dijminê jinê, polîtîkayên ku newekheviyê bi aşkera erê dike, meşand.Yanî bi salane bi gotinên ‘wekheviya jin û mêr li dijî fitratê ye’ şîdet zêde kirin. Desthilatdariyeke ku jiyana xwe li ser newekheviyê ava kiriye heye. Desthilatdariyeke ku bi înat jinê bi malbatê dide venasîn heye.”
‘Gelo em ê çawa bawer bikin?’
Îlkeyê bal kişand ser gotinên desthilatdariyê yên piştî feshkirina peymana Stenbolê yên weke ‘Em di nava amadekariya peymana Enqereyê de ne, em jinê diparêzin’ û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di şevekê de hûn bi biryarnameyekê ji peymanek navneteweyî vekişayan. Wek hiqûq serobino kir. Tiştek wisa pêkan e gelo? Hiqûqnasên Destûra Bingehîn ji wê rojê de diaxivin, ev ne tiştekî pêkan bû. Peymanek navneteweyî di şevekê de nikare bê feshkirin. Gelo em ji ku bizanin ku wê rojekê dest ji qanûna 6284 jî bernedin. Em çawa bawer bikin? Mexdûrên 6284 jî hene; Li djiî mexdûrên nefeqeyê, dijminên nefeqeyê hene. Li vî welatî sendîkayên dibêjin ‘wê dor bê qanûna 6284’ hene.”
‘Biryar watedar e’
Îlkeyê bal kişand ser redkirina serlêdanê ya ji bo Dadgeha Bilind û got: “Biryara Dadgeha Bilind ku di 1’ê Tîrmehê de da jî ne tesaduf e. Em roja dawî derdikevin kolanan lê Dadgeha Bilind rojek berê biryarek wisa dide. Ev ji bo jinan bi rastî rewşeke bi xof e. Li dijî biryara Dadgeha Bilind du dengê dijber hene û ev deng ji bo me bi nirx e. Dadgerên ku vê biryarê red dikin, tişta em dibêjin, erê dikin û bi berfirehî dibêjin. Dibêjin ‘tiştek wisa nabe, bi biryarnameya serokomariyê bi biryara yek kesî nikare ji peymana navneteweyî bê vekişandin’. Lê mixabin Dadgeha Bilind bi yek dengî biryarê dide. Ev mijarek demokrasiyê ye. Mêrek rûdinê û der barê jiyana mirovan de biryarê dide. Li hember me dijhiqûqiyek mezin heye.”
‘Me dest ji peymanê bernedaye’
Îlkeyê di dawiya axaftina xwe de Peymana Enqereyê ya ji aliyê desthilatdariyê ve tê amadekirin bi bîr xist û got ev tenê ji bo jinan rehet bike tê afirandin û got: “Qanûna 6284 di encama têkoşînek mezin de hat bidestxistin. Qezencên di Qanûna Medenî û Qanûca Cezayê de jî wisa ne. Ji ber vê jî me dest ji Peymana Stenbolê bernedaye. Em ê têkoşîna xwe ya hiqûqî bidomînin. Em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin.”