Hat xwestin Leyla Guven û Hulya Alokmen heqê tercumantiyê bidin

  • 16:15 15 Îlon 2021
  • Hiqûq
 
AMED - Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û Hevseroka HDP'ê ya Amedê Hulya Alokmen li dijî cezayê ji ber govend û stranên kurdî li wan hatibû birîn xwestin bi kurmancî prastina xwe bikin. Dadger parastina bi kurdî asteng kir. 
 
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk Leyla Guven û Hevseroka Rêxistina Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Hulya Alokmen ku li Girtîgeha Xarpêtê ya Jinan tên girtin, ji ber gerandina govendê û stranên kurdî strîbûn cezayê ragihandinê li wan hatibû birîn. Her du hevserokan li dijî vî cezayî serî li Dadgeha Înfazê ya Xarpêtê dan. Îtîraza ku li dijî biryara cezakirinê ya îdareya girtîgehê hat kirin, îro bi danişînê hat lêkolînkirin. 
 
Leyla Guven û Hulya beşdarî rûniştina lêkolînê bûn û xwestin prastina xwe bi kurmancî bikin. Lê belê dadger bi şertê ku ku heqê wergerê ji aliyê hevserokan ve were dayîn û bi tirkî dizanin daxwaza parastina bi kurmancî red kir. Her du hevserokan jî wergera bi heq qebûl nekirin. 
 
Dadger mafê bêdengkirinê yê Guven û Alokmen qebûl kir û girteka vê girt. Parêzerê Guven û Alokmen, Serdar Çelebî destnîşan kir ku wergêrê li danişînê hat amadekirin jî destûr nehat dayîn ku wergerê bike.