Konseya Ewropayê dê biryara 'Ocalan 2' bigire rojeva xwe

  • 11:12 22 Îlon 2021
  • Hiqûq
 
Habîbe Eren
 
STENBOL - Sekretera Giştî ya OHD'ê Rengîn Ergul, diyar kir ku Komîteya Wezaretê ya Konseya Ewropayê dê 3 meh şûn de bi mijara cezayê giran a muabetê ya derbarê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên din hatine dayîn de bicive û got: "Cezayê giran a muabetê li dijî rêgeza wekhev û li dijî makeqanûnê ye û pêkanîn girêdayî konjonktura siyasî pêk tê. Tirkiye raporên CPT'yê wek mertalê bikartîne, xala 3'yem a AÎHS'ê îhlal dike û guh nade biryarên DMME." 
 
Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), Weqfa Lêkolînê ya Hiqûq û Civakê (TOHAV) û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) derbarê cezayên ku dane Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û Hayatî Kaytan, Emîn Gurban û Cîvan Boltan serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dabûn, her wiha li dijî îhlalê jî serî li Komîteya Wezareta Konseya Ewropayê (AK BK) dabûn. Komîteya Wezaretê civîna xwe ya meha îlonê kir û dê 3 meh şûnde bi mijara cezayên giran a muebetê ya li hemberî Abdullah Ocalan, Hayatî Kaytan, Emîn Gurban û Cîvan Boltan dê bicivê. 
 
Derbarê hewldana CPT, biryarên DMME, bandora Komîteya Wezaretê û nêzikatiya Tirkiyeyê de Sekretera Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Rengîn Ergul ji ajansa me re axivî. 
 
Rengîn, bal kişand ser biryara DMME'yê û got: "DMME'yê di 18'ê adara 2014'an de biryarek li gorî xala 3'yem a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (AÎHS) derbarê cezayê muabetê ya li hemberî Abdullah Ocalan hatî birîn û her wiha ser rewşa nebaş û îşkenceyê ya Îmraliyê de da. Li gorî biryara ku bi navê 'Ocalan 2' hatî derxistin xala 3'yem hatiye îhlalkirin. DMME, heman biryarê ji bo serlêdana girtiyên bi navê Hayati Kaytan, Emîn Gurban û Cîvan Boltan jî da." 
 
'Parêzer 4 caran komîte agahdar kir'
 
Rengîn destnîşan kir ku Komîteya Wezareta Konseya Ewropayê, biryarên ku DMME'yê ya ku ji bo welatan hatî dayîn kontrol dike û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Dem demê civîn li dar dixe, derbarê biryarên ji bo welatan hatî girtin de bangewazî ji mekanîzmayên hiqûqê ya navneteweyî dike. Her wiha derbarê pratîzenekirina biryaran de jî zextê li welatan dike. Biryara ku di 2014'an de ji bo dosyaya 'Ocalan 2' û yên girtiyên din hatî dayîn hêj li ber Komîteya Wezaretê ye. Komîteya Wezaretê di sala 2015'an de bi navê 'Prasedura ku hatî berfirehkirin' biryara lêkolîna dozê da û di heman salê de jî Tirkiye bi navê 'Plana Çalakiyê' bersiv da komîteyê. Ji wê dîrokê heta îro tu pêşketinek pêk nehat. Parêzerên Abdullah Ocalan derbarê mijarê de heta niha 4 caran komîte agahdar kir. Lê heta niha Tirkiye îhlala ku pêk hatî ji holê ranekir û mekanîzamayên hewce jî neafirand. Ji bo civîna îlonê ya Komîteya Wezaretê 4 saziyên hiqûqê di 27'ê tîrmehê de serî komîteyê dabûn." 
 
'Divê komîte mijar demildest bigire dest'
 
Rengîn, da zanîn ku tişta sereke divê Komîteya Wezaretê mijar demildest bigire dest û wiha bi lêv kir: "Em di serî de armanc dikin ku bila komîte mijarê demîldest bigire dest û ya din jî divê zextê li Tirkiyeyê bike. Pêşiya civînê Tirkiye bersivek wiha da Komîteya Wezaretê 'Di qanûnê me de serbestberdan wek rêgezek heye lê belê ev mijar îstîsna ye' û qanûnên xwe dabû rêze. Her wiha Tirkiye derbarê biryara DMME'yê ya ku demên borî dabû de jî îdia kir ku li Îmraliyê îhlalkirina mafan nîne. Bersivên ku Tirkiye dide di esasê xwe de tê wateya ku pişta xwe daye raporên CPT'ê ye."
 
'Tirkiye guh nade biryarên DMME û Komîteya Wezaretê' 
 
Rengîn, diyar kir ku Komîteya Wezaretê civîna xwe ya îlonê bi dawî kir û lê 3 meh şûnde dê cezayên ku derbarê Abdullah Ocalan, Hayatî Kaytan, Emin Gurban û Cîvan Boltan de hatî dayîn bigire rojeva xwe û wiha axivî: "Her wiha komîte dê bersiv bide bersiva Tirkiyeyê jî. Lê saziyên sivîl jî dê derbarê mijarê de agahî bidin komîteyê. Ji ber vê sedemê jî serlêdana me ya komîteyê dê bi serkeftî encam bibe. Tirkiye demek dirêje guh nade biryarên Komîteya Wezaretê û DMME. Mirov di doza Selahattîn Demîrtaş û Osman Kavala de vê tiştî baş dibîne. Komîteya Wezaretê di çend civînên xwe de mijara Selahattîn û Osman girt rojevê û biryara tehliyekirinê da, lê Tirkiye heta niha gavek neavêt. Em hêvî dikin ku komîte pêvajoya heyî baş analîz bike û zextê li Tirkiyeyê bike ku qanûnên xwe biguherîne."
 
'Tirkiye raporên CPT'yê wek mertalek bikartîne'
 
Rengîn wiha bal kişand ser rapora CPT'ê ya sala 2013'yan û 2016'an: "CPT serbixwe ye, divê wisa jî nêzê mijaran bibe û raporên ku derbarê Îmraliyê de amadekirî divê aşkera bike. Ji ber ku saziyeke navneteweyiyê, li dijî hevkariya hikûmeta divê tevbigere û raporên xwe aşkera bike. Ji ber vê sedemê jî raporên CPT’yê li gorî raporên AÎHM, Komîteya Wezaretê a AK'ê ne serbixwe ye. Her wiha Îmralî ji bo girtiyên ku cezayê muebetê girtiye nabe. Em li ser vê esasî îtîrazê dikin. Rejîma muebeta giran bi taybetî li hemberî Îmraliyê tê meşandin. Îzahata wê tiştî di qanûna înfazê de jî nîne. Ev pêkanîn li dijî rêgeza wekhev û li dijî makeqanûnê ye. Pêkanîna li hemberî Birêz Ocalan tenê girêdayî konjonktura siyasî ya welat e. Ji ber vê jî rapora CPT'yê tespît bike û nekejî ev pêkanîn lidij hiqûqê ye. Gelek caran parêzer ji bo Birêz Ocalan hevdîtin bike serlêdan kirin, lê heta niha bersivek nehatiye dayîn. Ji bo wê yeke raporên CPT'yê hewce nakin. Ji bo qalkirina rêjîma Îmraliyê raporên CPT'yê ne hewce ye."
 
'Tirkiye xala 3'yem a AÎHS'ê îhlal dike' 
 
Rengîn, wiha bal kişand ser cezayê ku hatîn dayîn û got: "Li cîhanê li hemberî sûcên ku li dijî mirovatiyê pêk tên de jî serbest berdana bi şert heye û ev tişt di Dadgehên Ceza yên Navneteweyî de jî heye. Ev tişt di qanûnê de mumkun e. Li gorî AÎHS'e li welatan 'Mafê hêviyê' heye û ev tahliyekirina kesan li gorî qanûnê pêk tîne. Lê li Tirkiyeyê ji bo girtiyên siyasî cezayê giran a muebetê girtine tahliye kirin ne mumkun e. Ev tişt li ser kaxezê jî ne mumkun e. Ev tişt tê wateya ku Tirkiye xala 3'yem a AÎHS'ê îhlal dike. Her wiha cezayê giran a muebetê ya li hemberî Birêz Abdullah Ocalan piştî biryara AÎHM'ê hat dayîn. Ev ceza serê ewîlê tenê ji bo Birêz Ocalan hat dayîn û piştre jî ji bo hemû girtiyên siyasî hat dayîn. Ev ceza tê wateya têkbirina muxalîfan e. Niha li girtîgehan bi navê Lîjneyên Şopandinê gelek girtiyên siyasî serbest tên berdan. Lîjne biryara rewşa baş dide û girtiyên edlî û siyasî serbest dihêle."
 
'Em ê şopdarên mijarê bibin'
 
Rengîn wiha dawî li axaftina xwe anî: "Piştî sala 2014'an bêtir cezayê giran a muebetê hat dayîn. Her wiha piştî hewldana darbeyê û di dema qedexeya derketina li derve de bêtir ev ceza hat dayîn. Gelek ciwanên kurd bi cezayê giran a muebetê re rûbirû man. Divê em şopdarê wan mijaran bibin. Em wek saziyên mafên mirovan û OHD'ê dê wê mijarê di rojevê de bigirin û her wiha bixin rojeva Komîteya Wezaretê jî. Ji bo Tirkiye gavek bavêje em ê di nav hewldanan de bin."