Danişîna doza parêzera Ocalan Nevroz hat taloqkirin
- 14:25 8 Cotmeh 2021
- Hiqûq
AMED - Di danişîna doza ku yek ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan Nevroz Ûysal a jê tê darizandin de, berdewama biryara qedexeya derveyî welat hat dayîn.
Danişîna 3’yemîn a doza yek ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan Nevroz Ûysal, ku di çarçoveya lêpirsîna Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tê darizandin, li 10’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Di danişîna ku Nevroz Ûysal a negirtî tê darizandin tevlî nebû de, parêzerên wê amade bûn.
Di danişîna ji ber guhertina şandeyê bi xwendina zabitên berê dest pê kir de, parêzeran parastina nivîskî ya Nevroz Ûysalê pêşkeşî dadgehê kir. Parêzeran xwest ku biryarên ku dadgehê derbarê Nevroz de dane û qedexeya derveyî welat were rakirin. Dozger xwest ku ev daxwaza parêzeran neyê qebûlkirin. Dadgehê jî biryara berdewama qedexeya derveyî welat da û daxwazên din qebûl kirin. Dadgehê danişîn taloqî 2’yê sibata 2022’yê kir.