Derbarê bîranîna Mîraç Mîroglu de lêpirsîn hat destpêkirin
- 14:36 12 Cotmeh 2021
- Hiqûq
ŞIRNEX - Têkildarî bîranîna Mîraç Miroglu yê dema bi bisiqlêta xwe dilîst polîs bi wesayeta zirxî lê qelibî û jiyana xwe ji dest da Serdozgeriya Komarê lêpirsîn da destpêkirin.
Di 3'ê îlonê de li taxa Tûrgût Ozal a navçeya Hezexê ya Şirnexê, wesayîteke zirxî li zarokê 7 salî Mîraç Mîroglû qelibî û ew qetil kiribû. Serdozgeriya Komarê ya Hezexê, derbarê bûyerê de lêpirsîn dabû destpêkirin û piştî 3 rojan îfadeya polîsê kujer girtibû û hatibû berdan. Di lêpirsîna ku hatiye destpêkirin de Mîraç Mîroglu tawanbar hatibû nîşandan û ew "Bi qusir" hatibû dîtin.
Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Hezexê di 5’ê îlonê de bi girseyî Mîraç li cihê ku hatibû qetilkirin bi bîr anîbû. Di bîranînê de daxuyanî ji aliyê endama Meclîsa Giştî ya Bajêr a HDP'ê Elfesya Nas ku ji peywîrê hatiye dûrxistin ve hatibû xwendin. Dozgeriya navçeyê bi hinceta " Sûcê heqaretê û gel tahrîkî kîn û dijminatiyê kiriye" derbarê Elfesya Nas û hûnermendê Navenda Çanda Mezopotamyayê ya Botanê Abdullah Ayav de lêpirsîn da destpêkirin.
Tewanbariya li ser xwe qebûl nekir
Îro endama Meclîsa Giştî ya Bajêr a HDP'ê Elfesya Nas, bi parezerê xwe re çû û li Miduriyeta Polîsan a Navçeyê îfade da. Elfesya, di îfadeya ku daye polîsan de wiha gotiye: “Ez vî sûcî qebûl nakim. Ev bûyereke civakî bû. Ji bo ku bûyerên bi vî rengî dubare nebin û tedbîr bên girtin me daxuyaniyek çapemeniyê da. Ez tawanbariya li ser xwe qebûl nakim."