Dadgehê 30 sal ceza da Ayşe Gokkan
- 12:48 20 Cotmeh 2021
- Hiqûq
AMED - Di rûniştina Berdevka Demî ya TJA'yê Ayşe Gokkan a hat dîtin de dadgehê 30 sal ceza da Ayşeyê û biryara berdewamiya girtinê da.
23'yemîn rûniştina doza Berdevka Demî ya Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan a bi îdiaya "rêvebira rêxistinê","endamtiya rêxistinê" hatibû vekirin li 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Parêzerên Ayşeyê, Berfin Gokkan, Ozum Vurgun û Muharrem Şahin beşdarî rûniştinê bûn. Jinên femînîst ên azad, TJA, Komeleya Jinê ya Rosayê, parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Remziye Tosun û Nuran Îmir ji bo piştgiriyê li eywanê bûn.
Ayşeyê dema ket eywana rûniştinê nîşana serfiraziyê kir û silav da jinan.
Ayşeyê û parêzerên xwe bi kurtasî hincetên xwe diyar kirin û dan zanîn ew parastinê nakin.
Piştî navbera kurt dadgehê 30 sal cezayê girtîgehê da Ayşeyê.